Jina bi navê Hediye Erden (50) a ku li mala xizmên xwe ya li kolana Evîn a taxa Yafesê ji ber êrîşan 18 rojan asê ma, duh ji ber topa li mala lê bû ket, birîndar bû. Hat ragihandin ku ji ber jêçûna xwîna zêde Hediye Erden jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Eren a rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz der barê mijarê de agahî da û got, "Duh danê sibehê, top avêtin cihê ku dizanîbûn sivîl lê ne û jineke bi navê Hediye Erden qetil kirin. Em vî mejiyê dagirker lenet dikin. Ji bo ev komkujî tavilê bisekinin, divê bi lezgînî qedexe were rakirin. Cenazeyên mirovên me bi rojan li naverastê dimînin û ji be terora dewletê nikarin werin rakirin."
Hejmara mirovên di nava 18 rojên dawî de li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin bû 25 kes.