Polîsan êrîşî meşa li Amedê kirin

Girseya gel a li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li hev civiya û ji bo bimeşin Sûrê, piştre jî berê xwe bide Botanê ket nava tevgerê, rastî êrîşa tund a polîsên Tirk hat.

Bi pêşengiya DBP, HDP, HDK, KCD û KJA bi hezaran kes li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li hev civiyan.  Girseya gel a ku ji bo bimeşe Sûrê û ji wir jî berê xwe bide Botanê ket nava tevgerê, rastî êrîşa polîsan hat.

Bi hezaran kesên dimeşiyan Meydana Şêx Seîd, piştî ku polîsan bi bendan pêşî li wan girtin, berê xwe dan pêşiya Navenda Kar a Galerîa û xwest daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.

Di dema derbasbûna girseya gel de polîsan ti hişyarî nekirin û yekser bi bombeya gazê û ava şid êrîşî gel kirin.