Ji KNK'ê peyama sala nû

KNK'ê sala 2015 an wek saleke tijî tekoşîn, berxwedana azadiyê û destketiyên mezin pênase kir û bang li hemû hêzên Kurdan kir ku di sala nû de ji bo Kurdisaneke azad bikevin nava tevgerê.

KNK'ê sala 2015 an wek saleke tijî tekoşîn, berxwedana azadiyê û destketiyên mezin pênase kir û bang li hemû hêzên Kurdan kir ku di sala nû de ji bo Kurdisaneke azad bikevin nava tevgerê.

Konseya Rêveber a KNK'ê bi wesîleya sala nû daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KNK'ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku sala 2015'an, ji bo Kurdan saleke tijî alozî û êş û di hema demê de tijî serketin bû ku êdî teva dibe. KNK'ê got,"Saleke ku me bi hezaran şehîd, bîrîndar dayî; derbiderî, mal û bajar wêranî pêkhatî lê tijî destketiyên mezin bû. Bi taybetî jî piştî dagirkirina Şengalê, komkûjiya bi ser gelê me yê Êzidî hatî û bi hezeran jinên Kurd ên dîl ketinî destê çetêyên hov em zêde xemgîn kirin."
 
KNK'ê diyar kir ku sala 2015'an, bû salake tijî êş û qûrbaniyên li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistan û da zanîn ku destdirêjên DAIŞ û Tirkiyeyê yên qirêj û barbariya li ser gelê Kurd zêde bû. KNK'ê da xuyakirin ku li Rojhilatê Kurdistanê, Kurd di bin pergala hikûmeta Rohanî de dîsa bi çewsandineke mezin re rûbirû man, cînayet, sêdarî û kevneperestiya li dij jinê hîna jî berdewam e. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku gelê Kurd ê li başûrê Kurdistanê rastî qeyraneka navxweyî hat, jiyana civakî de tevlîhevî pêk hatin, xizmetgûzarî, bêkarî û bê mûçeyî jî bû sedêma aloziyan.

KNK'ê da xuyakirin ku jîngeya Kurdistanê ji ber bombebaranê dagirkeran zirareka mezin dît, dagirkerên Kurdistanê bi zanyarî daristan, bax, rez, darên meywe, daristan, malên xelkê şevitandin û xwestin bi vî awayî gelê Kurd ji welat mecbûrî koçê bikin.

KNK'ê destnîşan kir ku tevî van hemû derdirêjiyan jî gelê Kurd ji bo azadî û serxwebûna xwe kete nava tekoşîneka bêhempa, bi vê yekê dagirker tirsandin û hejandin û wiha dewam kir:

"Di sala derbas bûyî de, li Başûrê welatê me li dij çeteyên hovên DAIŞ serketinên mezin bidest ketin û gelek navçe ji dest wan rizgar kirin. Di heman demê de Şengal rizgar bû beşek ji gelê me vegeriya ser axa xwe. Li Rojavayê Kurdistanê jî, bajarê Hesekî, Til Hemis, Til Birek, Hol, Girêspî, Eynîsa û gelek deverên din riya navbera kantonên Cizîr û û Kobanî hatin azadkirin. Herwiha li kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê pêşketinên mezinên avadankirinê didomin û jiyana xelkê ber bi başbûnê ve diçe. Li Bakurê welêt bi dehan bajar û bajarokan Xweseriya Demokratîk îlan kirin, ketin nava tekoşîna azadî û serbestiyê. Gelê me yê li Rojhilat xebatên xwe didomîne, piştgiriyeya xwe bi Bakur û Rojava re didomîne û zarokên xwe dîşîne nava refên azadiyê.

Herçiqas êş, malweranî, zahmetî derkevin pêş jî, gelê me ji bo azadî, di nava tekoşîn û serhildaneke de pêngavên gîrîng, cîdî davêje û ew ber bi azadiyê ve dimeşe. Ew xebat û tekoşîna keç û xortên me li çar alê Kurdistan û derveyî welat ji bo sala pêş hêviyên me yên azadî û demokrasiyê zêdê dike.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-KNK, sala 2015 an, wek saleke tijî tekoşîn, berxwedana azadiyê û destketiyên mezin dibîne. Şehîdên wê carekê din bi rêz bi bîrtîne û sala 2016 an li hemû gelên Kurdistanî û Cihanê pîroz dike!

Kongreya Netewî ya Kurdistanê, dawa û tika li hemû grûp, çîn, pêkhatiyên gelên Kurdistanê dike ku li dij dagirkerî, kevneperestî, talan, gendelî derkevin û berê xwe bidin karê pêşxistina Kurdistaneka azad û serbixwe."