Çeteyên êrîşî Eyn Îsa kirin têk çûn

Çeteyên DAIŞ’ê yên ku duh serê sibehê bi wesayîtên bombebarkirî êrîşî bajarokê Eyn Îsa kirin, piştî şerê rojekê têk çûn. Li ser bersivdayîna şervanên HSD’ê gelek çete hatin kuştin û herêm hate paqijkirin.

Çeteyên DAIŞ’ê yên ku duh serê sibehê bi wesayîtên bombebarkirî êrîşî bajaroka Eyn Îsa kirin, piştî şerê rojekê têk çûn. Li ser bersivdayîna şervanên HSD’ê gelek çete hatin kuştin û herêm hate paqijkirin.

Piştî ku Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) di 23’ê Kanunê de pêngava paqijkirina gundewarên başûrê Kobanê ji çeteyan hat destpêkirin û bi dehan gund, gundik, Bendav û bajaroka Tişrîn hatin rizgarkirin, çeteyên DAIŞ’ê êrîşî bajaroka Eyn Îsa yê li başûrrojhilatê Kobanê kirin.

Çeteyên ku xwestin têkçûna xwe veşêrin, duh serê sibehê saet di 04.00’an de bi wesayîtên bombebarkirî êrîşî 3 nuqteyên HSD’ê yên li derdora bajarokê kirin. Li ser bersivdayîna şervanên HSD’ê pevçûnên dijwar derketin û 2 wesayîtên bombebarkirî yên çeteyan beriya ku bigihêjin hedefa xwe hatin rûxandin.  Çeteyan wesayîteke bombebarkirî li dûrî nuqteya HSD’ê teqandin û di encamê de di xaniyên derdorê de ziyana madî pêk hat.

Di şerê dijwar de gelek çete hatin kuştin û komek jî di xaniyekî de hatin dorpêçkirin. Piştî pevçûnên ku heta ber destên sibehê domkirin, herêm bi temamî hate paqijkirin.

Fermandarên HSD’ê diyar kirin ku ew wê piştre derbarê encama şer de agahiyên berfireh bidin raya giştî.