BI DÎMEN

Dîcle: Eger Tirkiye naxwaze bibe mîna Sûriyeyê divê deklarasyona xweseriyê binirxîne

Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle diyar kir ku dewleta Tirk ji sala 2013'an û vir ve planeke têkbirinê amade kiriye û destnîşan kir, ku ev plan bi şêweyê modela Srî Lankayê ji bo şikandina çeperên azadî û demokrasiyê yên gelê Kurd hatiye amadekirin.

Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle diyar kir ku dewleta Tirk ji sala 2013'an û vir ve planeke têkbirinê amade kiriye û destnîşan kir, ku ev plan bi şêweyê modela Srî Lankayê ji bo şikandina çeperên azadî û demokrasiyê yên gelê Kurd hatiye amadekirin.

Dîcle da xuyakirin ku bûyera bicihkirina Tirba Şah Suleyman li Kantona Kobanê bi erêkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi operasyoneke hevpar a ku Kantona Kobanê jî di nav de cih girt, pêk hatiye.

DEWLETÊ MODELA SRÎ LANKAYÊ AMADE KIRIBÛ Û JI BO BIKARANÎNÊ LI CIHEKÎ SEKINANDIBÛ

Davûtoglû çend roj berê gotibû 'Me li 12 navçeyan ji sala 2013'an û vir ve amadekarî dikir'. Gelo ev daxuyanî tê wê wateyê, ku amadekariya tinekirina daxwaza xwerêveberiyê bi şîdetê di pêvajoya Îmraliyê de jî dewam dikir?

Bêguman piştî ku ev hat aşkerekirin û pê ve hin belgeyên balkêş derketin holê. Yanî li gorî hin belgeyên derketin holê; ji sala 2013'an û pê ve planeke têkbirinê hatiye amadekirin, mîna modela Srî Lankayê li ser planeke ku hemû çeperên demokrasî û azadiyê yên gelê Kurd tine bikin, têkoşîna wê têk bibiin xebitîne. Nikarin bêjin ku ev nîne, ji ber ku di belgeyan de çi nivîsandiye, îro ew pêk tên. Ew plan amade kirine û ji bo rojekê bi kar bînin danîne aliyekî. Li dora maseyê jî dixwestin pîvanên xwe ferz bikin û bi vî rengî jî encamê werbigire. Lê belê dema li pêşberî xwe rastiya Rêbertiyeke ku di mijara mafan de, di mijara mafên rewa yên gelan de ti carî tawîz nabînin dîtin, dema fêm kirin ku zext û ferzên wan derbasdar nînin, hingî rêya şer tercîh kirin. Lê belê plana wan ji berê ve amade bû.

ŞÎDET BI XWE RE ŞÎDETÊ TÎNE

Li hemberî daxwazên xwerêveberiyê, bersiva bi şîdetê pêvajoyê ber bi ku ve dibe?

Gotineke klasîk heye, dibêjin; şîdet rê li ber şîdetê vedike. Em weke siyasetmedaran, di çarçoveya berpirsyariyên xwe yên li pêşberî gelên Tirkiyeyê û gelên Kurdistanê, di nava hewldanan de ne. Em dibînin ku ev yek ber bi karesateke mezin ve diçe, ev yek bandorê li civakê dike û rewşeke mîna Iraqê û Sûriyeyê diafirîne. Lewma em di nava hewldanan de ne. Em hewl didin pêşî li vê rêveçûnê bigirin. Di rewşeke berevajî de, pêkane ku ev şerê li çend bajar û navçeyan li tevahiya erdnîgariyê, li tevahiya Tirkiyeyê li metropolan belav bibe. Ji bo dîtina vê jî ne pêwîste mirov kahîn be. Bi bilêvkirina vê re em gefê li kesî naxwin. Bila li Iraqê binêrin, li Sûriyeyê binêrin. Li Sûriyeyê li bajarokekî nêzî Şamê destpê kir, her kesî bang kir, Tirkiyeyê jî bang kir;  gotin bi şîdetê nabe, bi şîdetê hûn nikarin bieciqînin. Tayyîp Erdogan jî bang dikir. Davûtoglû gelek caran çû bi rêveberiya Esad re hevdîtin kir. Gotin 'Bi vî rengî tevnegerin, wê encam nebaş be' û niha rewşa Sûriyeyê li holê ye. Eger naxwazin bibin mîna Iraqê, mîna Sûriyeyê, pêwîste deklarasyona me ya Xweseriyê, ku weke rêya çareseriyê me bi awayekî berfireh aşkere kirin, binirxînin.

KANTONÊN ROJAVA LI ÎMRALIYÊ HAT ROJEVÊ

Em hinekî ji aliyê herêmî ve li rewşê binêrin. Bûyer û pêşketinên li Rojava û Sûriyeyê wê bandoreke çawa li pêvajoya li Bakur bikin?

Weke tê zanîn niha li Rojava 3 kanton hatine îlankirin. Kantona Cizîrê, Kantona Efrîn û Kantona Kobanê. Ev car carna di hevdîtinên li Îmraliyê de yek ji wan mijaran bû ku di muzakereyên navbera heyetên dewletê û Rêbertî de dihat rojevê. Mînak mijara Eşme; bicihkirina Tirba Şah Suleyman li xaka Kobanê. Bi erêkirina Rêbertî û bi operasyoneke hevpar a ku rêveberiya Kobanê jî tê de cih girt, ev yek pêk hat. Yanî di wê demê de, ku dewletê ji aliyekî ve li dijî Kobanê destek dida çeteyên DAIŞ'ê, Rêbertî bi vê diyaloga li Bakur re hewl dida derfetan biafirîne, ku qet nebe alîkariya însanî ji Kobanê re biçe. (Ji ber ku yekane derî hingî di ser Bakurê Kurdistanê re bû). Ev yek jî hinekî bi qanihkirina Tirkiyeyê ve girêdayî bû. Rêbertî wê demê ev yek bi hevdîtinan pêk anî. Yanî di wê demê de di navbera Kantonên Efrîn-Cizîrê û dewletê de hin pirsgirêk derdiketin. Rêbertî diket navberê û çareser dikir.

DEWLETÊ JI BER ROJAVA Û ENCAMÊN 7'Ê HEZÎRANÊ KONSEPTA ŞER XIST DEWRÊ

Dewletê kîngê biryar da ku êdî vê pêvajoyê nameşîne?

Li gorî, ji ber 3 sedeman konsepta şer ket meriyetê. Ya yekemîn aliyê xwe yê Rojava ye. Her çend du partiyên cuda ne jî dewlet gelekî baş dizane ku PYD di çarçoveya îdeolojiya Rêbertî de şekil girtiye. Gelekî baş dizanî ku PYD'ê Rêertî weke Rêbertiyê xwe, weke Rêberê stratejîk dibîne. Lewma mîna ku îro jî dibêje; PKK û PYD'ê weke parçeyên bitûnekê dinirxand. Lewma rewabûna PYD, YPG û YPJ'ê li qada navneteweyî, gelekî dewleta Tirk tirsandibû. Bi rastî jî eger pêwîstî bi tifaqa Tirk-Kurdan dîtibûna, Rêbertî ev derî li wan vekiribû. Bêguman ev tifaq wê li Rojhilata Navîn nehatibûya wateya hegemonbûyînê. Rêberê Gelê Kurd destûra vê nedida. Ev yek wê li ser bingeha demokrasiyê pêk bihata. Rêbertî ew derî timî vekirî dihişt. Lê belê weke min got, wan ev rewabûn weke gefeke gelekî mezin li hemberî xwe dîtin.
Ya duyemîn; weke tê zanîn bi azadkirina Til Ebyadê re Kantonên Kobanê û Cizîrê gihîştin ev. Ev yek di nava dewletê de bû sedema tirseke mezin. Ji ber ku armanca wan ne ew bû ku di şerê sêyemîn ê cîhanê de bi Kurdan re tifaqeke dîrokî çêbike û berê xwe bidin demokrasiyê. Armanca wan siyaseta mijûlkirinê bû.  Haya Rêbertî ji vê hebû. Tevî van her du xalên têkildarî Rojava, têkçûna di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de, bi dawîbûna desthilatdariya 12 salan a AKP'ê û serketina mezina  HDP'ê bû sedem ku konsepta şer bikeve dewrê.