Di roja 18. a êrîşan de Cizîr li ber xwe dide

Di roja 18. a êrîşên qirkirinê de, ji ber topbarana ji tankan, gelek malên li Cizîrê xera bûn.

Di roja 18. a êrîşên qirkirinê de, ji ber topbarana ji tankan, gelek malên li Cizîrê xera bûn. Hêzên dewletê yên ku hewl dan xwe berdin nava gelek taxan, ji ber berxwedana gel neçar man xwe vekişînin.

Di roja 18. de terora dewleta Tirk a li navçeya Şirnex Cİzîrê bi dijwarî dewam dike. Li hemberî taxên Cûdî û Nûr ên Cizîrê tevahiya şevê bi tankan êrîş hat kirin. Ji ber vê êrîşa giran gelek xaniyan zerar dîtin. Hêzên dewletê yên duh bi şev xwestin xwe berdin nava gelek kolanên taxa Nûrê, ji ber berxwedana gel neçar man xwe vekişînin.

Taxa Cûdî ji aliyê tankên li girê Cahferî Sadikê bi cih bûne ve hate topebarankirin. Wesayîtên ku ji bo bendên li ber kolanan hatine bicihkirin jî ji aliyê tankan ve hatin hedefgirtin. Ji ber topbaranê li her du taxan jî mal hatin hedefgirtin û hatin xerakirin û gelek wesayît jî şewitîn. Topbarana li dijî taxan berdewam dike.