YPG'ê Bîlançoya şer a sala 2015'an aşkere kir
Di daxuyaniyê de li ser operasyonên hêzên YPG/YPJ ên li dijî çeteyên DAIŞ'ê, herêmên hatin azadkirin û cebilxaneya hat desteserkirin, agahiyên berfireh hatin dayîn.
Di daxuyaniyê de li ser operasyonên hêzên YPG/YPJ ên li dijî çeteyên DAIŞ'ê, herêmên hatin azadkirin û cebilxaneya hat desteserkirin, agahiyên berfireh hatin dayîn.
Di daxuyaniyê de li ser operasyonên hêzên YPG/YPJ ên li dijî çeteyên DAIŞ'ê, herêmên hatin azadkirin û cebilxaneya hat desteserkirin, agahiyên berfireh hatin dayîn.
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir, ku di sala 2015'an de 453 operasyon hatine lidarxistin û 5875 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.
Li gorî bîlançoya YPG'ê, di nava sala 2015'an de 680 şervanên YPG/YPJ'ê jiyana xwe ji dest dan.
YPG/YPJ'ê di sala 2015'an de herêmek ji 18,000 km² azad kirin.
Li gorî bîlançoya YPG'ê, artêşa Tirk di sala 2015'an de 22 caran bi çekên giran êrîşî çeperên li ser sînor kir.
Agahiyên berfireh ên bîlançoya şer a sala 2015'an bi vî rengî ye:
BÎLANÇOYA ŞERÊ 2015'AN
Çalakî û operasyon: 453
Di operasyon û êrîşan de şerê qewimî: 392
Êrîşên xwekujî yên çeteyan ên bi maşîneyan: 94
Hejmara kuştiyên dijmin: 5875
Hejmara termên çeteyan ên ket destê hêzên me: 2177
Hejmara çeteyên dîl hatine girtin: 38
AMÛR Û ÇEKÊN HATIN RÛXANDIN
3 doçkayên 14,5 mm,
5 doçkayên 23,5 mm,
15 maşîneyên doçka barkirî
204 maşîneyên leşkerî
58 maşîneyên bombe barkirî
3 maşîneyên cebilxane barkirî
24 tank, 26 panzêr
20 motorsîklet
5 kamyon
4 treks
1 dozer
TIR'ek
Kepçeyek
Traktorek
2 mînîbus
3 hawan 82 mm
AMÛR Û ÇEKÊN LEŞKERÎ YÊN HATIN DESTESERKIRIN
Tevî 291200 fîşek û 3517 şarjorên wê 2181 çeka klêş
Tevî 242745 fîşek, 129 zincîr û 9 lûleyên wê 289 çeka BKC
Tevî 876 roketê wê 258 roketavêja B-7(bisivîng)
Tevî 500 fîşek û 60 şarjorên wê 10 çeka G-3
Tevî 3600 fîşekên wê 28 çeka M-16
62 çekên sekvanî Brûno
13 çekên sekvanî Karnas
Tevî 200 fîşekên wê 2 çekên sekvanî Zagros
2 çekên sekvanî Şiyar
24 çeka çifte,
Tevî 300 fîşekên wê 32 tivinga pompeyî
2 çekên çeka diktiryof
2 çekên ûzî
26 debance
1372 bombeyê destan
2418 mayînên bi desta çêkirî
650 mayînên anti-tank
77 mayînên antî-personel
15 m korteks
763 rext,
35 êlegên întîxarî
19 bêtêlên mezin
119 bêtêl
1 santrale bêtêla
1 GPS
46 dûrbîn
11 dûrbînên şev
22 dûrbînên termal
Dûrbînek çeka sekvanî karnasê
Dûrbîne B-7
Dûrbînek tankê
Dûrbînek hawanê
12 çente
11 çenteyên tenduristiyê,
1 kemyon tije amûr û dermanên tenduristiyê
18 kompîter
Kamerayek
Makîna wênekêşî
30 telefon
3 êlegê pola
Tevî 10 bombeyên wê, rûpûşê gazê
Tevî 6758 fîşek û 207 zincîrên wê 38 doçkayên 12,5 mm
Tevî 5324 fîşek û 15 zincîrên wê 23 doçkayên 14,5 mm
Tevî 1280 fîşek û lûleyeke wê 11 doçkayên 23,5 mm
5 nigên çeka doçkayê
Tevî 75 guleyên wê A-4’ek
Tevî 85 guleyên wê 7 katûşa
Tevî 273 roketên wê 9 hawanên 60 mm
Tevî 84 roketên wê 42 hawanên 82 mm
Tevî 647 roketên wê 8 hawanên 120 mm
2 hawanên 130 mm
Hawanek 160 mm
Tevî 100 roketên wê hawanek dojehî
2 hawanên 220 mm
7 maşîneya personel kişan a Hemir
90 maşîneyên leşkerî
15 maşîneyên bombe barkirî
Tevî 28 guleyên wê 3 topa bêtepme 57 mm
Topek 130 mm
133 guleyên tangê
8 fuzeyên grat
Tevî 14 fuzeyên wê 2 fuzeyên konkors
21 çekên SPG-9
Obusek a bidesta çêkirî
9 qemyon
7 kepçe
Dozerek
Loderek
Otobusek
2 ambûlans
2 minîbus,
3 traktor,
12 motorsîklet û hêjmarek zede dokumanên rêxistinî û depoyên erzaqan
ŞEHÎDÊN ME
680 hevrêyên me gihîştin şehadetê
* Hêzên me hemleyên Til Hemis, Til Berak, Şehît Rûbar Qamişlo, Şehit Gelhat û Hesekê pêş xistin.
* Di çarçova van hemleyan de qada ku hate rizgarkirin 18,000 km² ye.
* Di van hemleyan de bi destê hêzên me ve bajarên Til Hemis, Til Berak, Til Temir, Siluk, Girê Spî(Til Ebyad), Eyn Îsa, Sirîn û Hesekê ji çeteyan hat paqij kirin.
* Hêzên me cihên stratejîk Girê Spî , Mebruka, Demha û çiyayê Kezwana ji çeteyan paqij kir.
* Li Eyn Îsa baregeha tabûra 93 ya aîdê rejîmê ketibû destê çeteyan û li Hesekê baregeha Milbiyê ji çeteyan hatiye paqij kirin û ketiye kontrola hêzên me.
* Encamên 192 bûyerên şer nehatine zelalkirin.
* 22 cara artêşa Tirkan bi çekên giran ve çeperên hêzên me hedef girtin.
* Bilançoya bi Quweta Suri ya Demokratîk(QSD) re hatiye çêkirin ne tê de ye."