Faşîzma AKP'ê li Fransayê hat protestokirin
Di çalakiyên li herêmên Vîllîers le Bel û Roûen ên paytexta Fransa Parîsê de, êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê hatin şermezarkirin.
Di çalakiyên li herêmên Vîllîers le Bel û Roûen ên paytexta Fransa Parîsê de, êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê hatin şermezarkirin.
Di çalakiyên li herêmên Vîllîers le Bel û Roûen ên paytexta Fransa Parîsê de, êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê hatin şermezarkirin.
ROÛEN
Însiyatîfa Jinên Kurd a li banliyoya Roûen a Parîsê, ji bo balê bikişîne ser komkujiyên li Kurdistanê li ber qenala televîzyonê ya France 3 çalakiya rûniştinê pêk anî. Dostên Kurd ên Fransayî jî destek dan çalakiyê ku jin tevlî zarokên xwe beşdar bûn. Di çalakiyê faşîzma AKP'ê hat şermezarkirin û bal hat kişandin ser rewşa jin û zarokên li Kurdistanê tên qetilkirin.
Li ser navê Însiyatîfa Jinê Ebrû Erkan û Ozlem Ayaz peyivîn û anî ziman ku AKP jin û zarokan hedef digirin, di şexsê jinên Kurd de kevneşopiya berxwedanê hedef hedef tê girtin. Qiseran dan zanîn ku di şexsê zarokên Kurd de jî hewl tê dayîn pêşeroja gelê Kurd were tinekirin. Jinan ragihandin ku gelê Kurd wê bi jinan û pêşeroja xwe ya azad zarokên xwe re berxwedana xwe bidomînin û dan xuyakirin, ku çalakiyên wan jî wê dewam bikin. Jinan bang li raya giştî ya Fransayê jî kirin û destnîşan kirin ku DAIŞ û AKP ne tenê ji bo Kurdan ji bo tevahiya cîhanê xetere ne.
VÎLLÎER LE BELLE
Li banliyoya Vîllîers le Belle ya paytext Parîsê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi beşdariya bi sedan kesan meşek lidar xist. Di meşê de desthilatdariya AKP'ê ya faşîst hat lenetkirin û berxwedanên xwerêveberiyê yên li Kurdistanê bi taybetî li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Silopiyayê hatin silavkirin.
Di meşa ku ji ber gara Vîllîers le Belle destpê kir de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Bijî Serok Apo", "AKP-DAIŞ ji Kurdistanê bicehime", "Bijî berxwedana Kurdistanê" hatin qîrîn. Piştî meşê daxuyaniyek hat dayîn û raya giştî ya Fransayê li ser komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin, hat agahdarkirin.