Ji bo Erener û Guzel mewlûd hat dayîn

Ji bo dengbêj Salih Erener ê 74 salî û Huseyîn Guzel ê 84 salî yên li Silopiyayê hatin qetilkirin, li Şirnexê mewlûd hat dayîn.

Ji bo dengbêj Salihê Şirnexî (Salih Erener) ê 74 salî û Huseyîn Guzel ê 84 salî yên di 27'ê Kanûnê de li Silopiyayê hatin qetilkirin, li Şirnexê mewlûd hat dayîn.

Mewlûd ji aliyê MEYA-DER'ê ve hat dayîn û tevî parlamenterên HDP'ê Osman Baydemîr, Alîcan Onlu û Ayşe Acar Başaran gelek kes beşdar bûn.

Li ser navê MEYA-DER'ê Mele Xalid Gurgen di axaftina xwe ya li vir de got, "Em hatine cihê gotin lê qediya ye."

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna mirovên jiyana xwe ji dest dane, parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr mafê axaftinê wergirt û destnîşan kir, ku Botan havênê welatparêziya Kurd e. Baydemîr got, "Li hemberî vê zilma li ser erdnîgariya me heye, em dikarin bi xurtkirina tifaqa xwe re bisekinin. Dem li dijî zilmê pêkanîna tifaqê ye."

Li ser navê malbata Guzel kurê wî Cebbar Guzel peyivî û anî ziman ku bavê wî bi hovîtiyeke mezin hat qetilkirin. Guzel got, "Bila serê Kurdan sax be."

Ji malbata Erener jî kurê Salih Erener Osman Erener got, "Li Kurdistanê zilm naqede. Bavê min şehîdê Kurdistanê ye. Bila serê Kurdistanê sax be."