Çalakiya li bin xetê ya ji bo berxwedana Bakur didome

Tevî barana dijwar û sermaya zêde, welatiyên Dêrikê çalakiya xwe ya piştgiriya berxwedana Bakurê Kurdistanê domandin. Çalakî îro di roja xwe ya 12’emîn de ye.

Tevî barana dijwar û sermaya zêde, welatiyên Dêrikê çalakiya xwe ya piştgiriya berxwedana Bakurê Kurdistanê domandin. Çalakî îro di roja xwe ya 12’emîn de ye.

Bi dehan kes ji penaberên Kampa Newroz îro danê sibehê berê xwe dan konê piştevaniya berxwedana Bakur ku li gundê Endîwerê hatiye vedan û li wir nobet ji welatiyên gundên Beravê dewr girtin. 

Çalakvanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, al û sembolên kurdî rakirin û bê navber dirûşmên silavkirina berxwedana Bakurê Kurdistanê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk, berz kirin.

Li konê piştgiriyê, Endamê Meclîsa Damezrêner a Êzidiyan Zerdeşt Şengalî axivî û berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê silav kir. Şengalî ev tişt got: "Em ê heya serketinê li rex berxwedana wan bin. Em ê çalakiyên xwe bidomînin û paşve venagerin."

Şengalî di dawiya axaftina xwe de avakirina Rêveberiyên Xweseriya Demokratîk li bajarên Bakurê Kurdistanê pîroz kir.

Çalakiya piştgiriyê li kon didome.