Di êrîşa polîsan a li Amedê de gelek kes birîndar bûn û hatin binçavkirin

Di dema êrîşa polîsên Tirk de, gelek kes birîndar bûn û kedkarên çapemeniyê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

Bi pêşengiya DBP, HDP, HDK, KCD û KJA bi hezaran kes li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li hev civiyan.  Girseya gel a ku ji bo bimeşe Sûrê û ji wir jî berê xwe bide Botanê ket nava tevgerê, rastî êrîşa polîsan hat.

Dema Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag dest bi axaftina xwe kir, polîsan êrîş kirin. Di dema êrîşa bi gaz û ava şid de, 3 kes bi fîşekên gazê yên li çav, ling û destê wan ketî birîndar bûn. Girseya gel piştî destwerdanê xwe li navenda kar a Galerîa girt, lê li vira jî êrîşê dewam kir. Polîsên Tirk gaza îsotê avêtin nava navenda kar û piştre tîmên taybet ên maske li ser rûyê wan bûn dor li navenda kar girtin. Kedkarên çapemeniyê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Tîmên taybet rojnamevanên bi navê Baran Ok û Pinar a ku paşnavê wê nehat zanîn, girtin binçavan.

Walîtiya Tirk a li Amedê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji niha û pê ve wê her şêwe çalakiyên têkildarî Sûrê, qedexe bin.

...