Girtiyên ji doza PKK û PAJK'î yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û banga xwedîderketina li îlanên xwerêveberiya gelê Kurdistanê kirin.
Li ser navê girtiyan Denîz Kaya daxuyanî da û diyar kir, ku erdnîgariya Rojhilata Navîn a ku pêvajoya herî bi xwîn û giran a 3. Şerê Cîhanê dijî, çawa ku bû dergûşa mirovahiyê, wê piştî van êşên giran ên tên kişandin jî bibe cihê jiyana azad lê şîn dibe. Kaya destnîşan kir, ku yekane rêya çareseriya gelan a rizgariya ji vê kaosê, vegera li cehwera demokratîk a vê xakê ye.
Kaya işaret bi Şoreşa Rojava kir û anî ziman ku li ser bingeha daxwaz û hesreta gelan Şoreşa Rojava modela jiyaneke nû ye ku jin, gel û hemû bawerî bi awayekî wekhev û azadî lê bijîn.
'ÊDÎ NABE KU GELÊ KURD BÊSTATU BÊ HIŞTIN'
Kaya bibîr xist, ku mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya neteweyan, di encama têkoşînên xurt ên tevahiya dîrokê de, weke pîvaneke gerdûnî cihê xwe di nava hiqûqê de girtiye û anî ziman ku nabe gelê Kurd ji vî mafî bêpar were hiştin. Kaya diyar kir, ku daxwaza xweseriya demokratîk û xwerêveberiyê ya gelê Kurd, çiqasî rastî hewldanên terorîzekirinê bê jî, her tim wijdanî, hiqûqî û rewa ye û got, "Di sedsala 21'an de nabe ku gelê Kurd bêstatu were hiştin."
JI SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ RE: BERPIRSYARIYÊN XWE BÎNIN BÎRA XWE
Kaya nerazîbûn nîşanî polîtîkayên hêzên rojavayî yên li ser berjewendiyên navneteweyî û ev berpirsyariyên Yekîtiya Ewropa (YE), Neteweyên Yekbûyî (NY), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME), CEDAW, UNICEF û Rêxistina Efûyê anî bîra wan: "Bêdengiya hêzên rojavayî li pêşberî komkujiyên dewletê yên li Bakurê Kurdistanê li hemberî xwerêveberiyan dike, xiyaneta li nirxên demokratîk e ku van nirxan weke sedema hebûna xwe dibînin. Lewma em ji xwe re weke wezîfeyekê dibînin ku berpirsyariyên YE, NY, DMME, CEDAW, UNICEF û Rêxistina Efûyê bînin bîra wan, ku van berpirsyariyên xwe yên li pêşberî mirovahiyê bi cih bînin."
'DI NAVA XWERÊVEBERIYÊ DE CIH BIGIRIN'
Kaya ragihandin, ku daxwaza xwerêveberiyê ne tenê ji bo gelê Kurd di heman demê de ji bo hemû gel û baweriyên li Tirkiyeyê garantiya azadiyê ye û bang li saziyên demokratîk, komên baweriyan û hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn kir, ku ne weke destekdar, weke hêza di navenda wê de cih digire tevlî pêvajoya xwerêveberiyê bibin.
Kaya got, "Berxwedana li Kurdistanê têkoşîna hebûna mirovahiya azad e. Lewma xwedîderketina li vê berxwedanê berpirsyariyeke dîrokî ye. Di rewşeke berevajî de wê di nava dîrokê û di wijdanê gelan de mehkûm bibin.
BANGA JI BO DESTEKKIRINA KAMPANYAYÊ
Kaya, Kongreya KCD'ê silav kir û anî ziman ku ew xwedî li daxwazên Kongreya KCD'ê derdikevin. Kaya banga destekkirina kampanyaya wan kir û got, "Li dijî operasyonên berevajîkirina rastiyan ên dewletê, ji bo saziyên li derve û hundirê welêt ên li jorê hatine nivîsandin, her wiha ji rewşenbîr, nivîskar û derdorên demokratîk ên li Tirkiyeyê re em ê di navbera 1-31'ê Çileyê de li ser bingeha bibîrxistina berpirsyariyên wan, kampanya 'bi gotin û nivîsa xwe re rastiyê bigihînin ronahiyê û tevlî heqîqetê bibin' kampanyayê didin destpêkirin. Di herikîna dîrokê de mîna her carê, wê serketin bibe para gelên berxwedêr. Di vê pêvajoya ku teslimiyet ber bi xiyanetê, pasîfîzm ber bi têkçûnê û berxwedan jî ber bi serketinê ve dibe de, em berxwedana bi heybet a gelê xwe silav dikin û bang dikin ku her kes li dora vê berxwedanê bicivin."