Hejmara qurbaniyên êrîşên li Qamişlo derket 18’an
Hejmara mirovên di êrîşên şevê din ên li bajarê Qamişlo de jiyana xwe ji dest dan, derket 18 kesan. Li nexweşxaneyan jî 30 birîndar hene.
Hejmara mirovên di êrîşên şevê din ên li bajarê Qamişlo de jiyana xwe ji dest dan, derket 18 kesan. Li nexweşxaneyan jî 30 birîndar hene.
Hejmara mirovên di êrîşên şevê din ên li bajarê Qamişlo de jiyana xwe ji dest dan, derket 18 kesan. Li nexweşxaneyan jî 30 birîndar hene.
Şevê din saet di 22.05’an de li dijî Xwaringeha Meyamî ya li taxa El-Wista û Xwaringeha Gabiryêl a li taxa Siyahî yên bajarê Qamişlo du êrîşên xwekujiyê pêk hatin. Li gorî Cîgirê Serokê Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê Silêman Ehmed, di encamê de 17 welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dan û 30 kes birîndar bûn. Piştî ku birîndar rakirin nexweşxaneya ji ber giraniya birînên xwe welatiyekî din jî jiyana xwe ji dest da. Bi vê yekê hejmara qurbaniyên teqînan bû 18 kes.
Li gorî agahiyên ji nexweşxaneyan hatin bidestxistin, navên kesên jiyana xwe jidest dane wiha ne:
Selah Kermo, Endizyar Anton Yûnis, Nîdal Ebdo, Îsa Hena, Îyad Nasir Mucahid, Merwan Şemûn, Ebdulmesîh Hacîka, Jak Reşo (Xwendekarên beşê doxtoriyê), Robêr Hicamê, Aras Ehmed, Êlî Kesbo, Ramî Terzî Başî,Êlîyamo Melkê, Şerbil Xetaf, Ebûd Hacîkê, Joliyet Fûad, Hena Qestentîn û Delîl Îbrahîm.
Kesên ku birîndar bûne niha li nexweşxaneyan tên dermankirin. Hat ragihandin, ku rewşa birîndaran baş e.
Li gorî agahiyan navên 23 birîndaran ji wan wiha ne: Elî Nebîl Şêx Mûsa, Şiyar Sebûk, Mûrad Kordîs, Şerbil Melkê, Ilyas Selbiya, Yeman Osman, Aynemar Marsîn Yûsif, Qasim Hacî Îbrahîm, Arsîn Sîrom, Hazim Hacî Îbarhîm, Fadî Aho, Sergon Enter, Ebdulehed Bersûm, MIhemed Hisên Îbarhîm, Harûd Xacdiroyan, Nayêl Medyoyî, Mihemed MIhemed Xêr, Fadî Ebûl Aho, Xêrellah Sebih, Fadî Kerko, Mîşêl Nûrî, Mîşêlîn Heto û Hesen Şêxmûs.