Endamên Komîteya Aboriyê ya KCK'ê Emîn Aram û Ronî Rohat destnîşan kirin ku divê aborî weke modeleke li derveyî dewletê li ser zemîna civakî were birêxistinkirin û gotin, "Li cihekî xweparastin nebe, aborî jî nabe."
Endamên Komîteya Aboriyê ya KCK'ê Emîn Aram û Ronî Rohat hîmê aboriyê yê pêngava avakirina jiyana azad ji ANF'e re nirxandin.
Emîn Aram got, "Mîna ku Rêber Apo dibêje; aborî di destêpêkê karê jinê, wezîfe û berpirsyariya jinê ya di nava civakê de bû. Aborî nayê wê wateyê ku beşek civakê li ser beşa din serdest be."
Aram ragihand ku aboriya alternatîf a ew hewl didin bidin rûniştandin, xwe dispêre vê cewherê, hêza xwe ji vê mîrateya xwe ya dîrokî werdigire ku bi taybetî li nava civaka Kurd û Rojhilata Navîn de hînê zindî ye.
NAVNÎŞANA ME RÊBERTÎ YE
Aram got, "Tevgera me her çend xwedî dîrokek zêdeyî 40 salan e ye, bi aliyê ku Rêbertî weke sîstemekê destnîşan kir re, em hînê di destpêka afirandina rêxistinbûyîna aboriyê de ne. Di vî warî de xebateke me ya du salan heye. Rêbertî perspektîfa neteweya demokratîk danî holê. Û da xuyakirin ku li ser vê bingehê divê aboriya demokratîk bê avakirin. Di vî warî de tecrûbeyeke têrker tinebû. Bingeha vê xebatê hat danîn. Navnîşana me her tim Rêbertî ye. Li ser kar û barên em di mijara aboriyê de bikin jî, nîqaş hatin meşandin. Bi civînên di asta konferansê de berfireh re, di çarçoveya konfederalîzma demokratîk de xebat hatin destpêkirin."
GIRÎNG E HÊZA XWECIHÎ WERE DERXISTIN
Aram ragihand ku heta ji zîhniyeta dewlet û desthilatdariyê xilasî nebe, nepêkane ku avabûneke nû were afirandin û da zanîn, ku xebatên wan ên perwerde û akademiyê jî li ser vê bingehê hatin birêxistinkirin.
Aram got, "Sîstema ku em destnîşan dikin, modeleke li derveyî dewlet û desthilatdariyê ye. Aboriya me wê li ser vê bingehê were birêxistinkirin. Em dixwazin aboriya demokratîk, komunal û civakî bidin rûniştandin. Birêxistinkirina aboriyek ji civakê qut, aboriyek li derveyî civakê, aborî nîne. Em ancax bi civakê re dikarin aboriyê birêxistin bikin. Eger tê xwestin, ku bêyî desthilatdarî û dewletê mirov pê li cihekî zexm bikin, hingî divê aboriya komunal a demokratîk bi civakê re were birêxistinkirin."
Aram diyar kir ku di vî warî de hem li Rojava hem jî li Bakur di vê demê de xebatek hat meşandin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Bi şoreşa li Rojava re, aboriyeke civakî ya ku xwe dispêre çavkaniyên xwe, hêza xwecihî derdixîne holê û hemû destketiyên şoreşê malî civakê dike, tê avakirin. Lewma ev tecrûbeya destpêkê bû. Dikare were gotin ku hinekî bi pêş de çûye. Bi dehan kooperatîf hatin avakirin. Tevî vê yekê, komun, meclîs û akademî hatin avakirin. Akademî, komun, meclîs û kooperatîf çiqasî werin birêxistinkirin û bên xebitandin, wê ewçendî encam jê bê wergirtin. Li ser vê bingehî divê li her qadê xebateke hevpar were meşandin.
Hem li Bakur hem jî li Rojava, eleqeya gelê Kurd a ji vê yekê re girîng e. Di vî warî de eleqe û daxwaz gelekî zêde ye. Nêzîkatiya 'Ev sîstema min bi xwe ye, ev daxwaza min e', asta xwedîlêderketinê nîşan dide. Weke Kurd ji xwe çand û kevneşopiyeke me ya komunal heye. Pêwîste ev bê xurtkirin."
XWERÊVEBERÎ RÊVEBIRINA XWE BI XWE YE
Ronî Rohat Jjî ev nirxandin kir: "Dema aborî tê gotin, çi dikeve bîra mirovan? Pere û madiyat dikeve bîra mirovan. Banka, kirîn-firotin dikeve hişê mirovan. Yan jî tê gotin ku aborî karê hin pisporan e. Halbûkî ne welê ye, bi tenê nêrîneke bi vî rengî hatiye afirandin. Aborî ne karê beşeke dewletê yan jî karê pisporan e. Ev berevajîkirina rastiyê ye. Rêbertî di parêznameyên xwe de vê vedibêje. Aborî karê civakê ye. Di navenda wê de jî jin heye. Mijarê ji civaka xwezayî ve dide destpêkirin. Ya ku divê em bikin, dîtina vê û rêxistinkirin e. Bi dîtina vî rehê bingehîn ê civakê re em dikarin çawa sîstemek aboriyê ya antî kapîtalîst ava bikin? Em weke aboriya civakan, aboriya ekolojîk an jî aboriya komunal a demokratîk pênase dikin. Ji aliyê cewherî ve gelparêz û xwedî taybetmendiya parvekirinê ye. Em dixwazin mekanîzmayeke welê biafirînin ku civak têra xwe bike, xwe bi xwe bi rê ve bibe. Navê vê jî xwerêveberî ye."
DIVÊ EM KURDISTANÊ JI NÛ VE AVA BIKIN
Ronah bibîr xist, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza 2014'an de bal kişand ser aliyên pêngava jiyana azad û neteweya demokratîk û got, "Aliyên aborî, civakî, dîplomasî hwd. Bi vî rengî di van aliyan de xebatek hat destpêkirin. Her çend hînê bi xurtî bandor li civakê nekirye jî, xebatên me yên sîstema aboriya komunal wê bi xurtî xwe birêxistin bike. Bi demê re wê li nava civakê belav bibe û veguhere sîstemekê. Li dijî sîstema aboriya kapîtalîst, wê xeteke berfireh a têkoşînê ava bibe. Eger îro êrîş li hemberî xwerêveberiyan tê kirin, cihên dîrokî, mizgeft û şehîdgehên li Kurdistanê tên bombekirin, wateya vê; li Kurdistanê nehiştina qadeke jiyanê ye. Divê em bi biryardarî qadên xwe yên jiyanê neterikînin û Kurdistanê ji nû ve ava bikin. Em beşdarî pêngava 'xwedî li axa xwe, ava xwe, enerjiya xwe û komunên xwe derkevin û jiyana azad ava bikin' bibin.
LI CIHÊ XWEPARASTIN NEBE, ABORÎ JÎ NABE
Emîn Aram da xuyakirin, ku divê civak xwe li gorî aboriya şer bi rêxistin bike û diyar kir, ku eger mirov bi tenê ji bo wergirtina kar û feydeyê tevbigere, wê pirsgirêka esasî ji vir destpê bike. Aram da zanîn ku divê pêşî li vê were girtin û got, "Li gorî xweserî û cihêrengiya bajar û herêman, divê polîtîkayên aboriyê werin meşandin. Nepêkane ku li her cihî heman pêkanîn were meşandin. Eger li Kurdistanê polîtîkayên rast ên aboriyê werin meşandin, hingî em ê karibin pêşî li koçberiyê bigirin. Pêwîste bi polîtîkayên aboriyê yên rast re, di nava rastiya şer de li ser bingeha piştevaniyê rêxistinbûyîn were afirandin. Dixwazim vê yekê bêjim; li cihên ku xweparastin nîne, aboriya civakê bi xwe jî ava nabe. Ji bo civak karibe polîtîkayên xwe yên aboriyê bi cih bîne, beriya her tiştî divê xwe biparêze. Ji ber vê yekê neh aliyên xwe divê bi şêweyekî hev du temam bikin, bi cih werin anîn."
JI NÛ VE AVAKIRIN YEK JI WEZÎFEYÊN HERÎ ZEHMET Ê ŞOREŞÊ YE
Ronî Rohat anî ziman ku li Rojava, li Bakur li her cihê Kurd lê dijîn wê xebatên wan bidomin û di vê çarçoveyê de plansaziya sala 2016'an bê amadekirin.
Rohat diyar kir ku gelê Kurd dixwaze xwe bi xwe bi rê ve bibe, aboriya xwe, perwerdeya xwe, tenduristiya xwe, ewlekariya xwe dixwaze bi xwe bike û got, "Ev yek mafê herî xwezayî ye û divê bi vî rengî were dîtin. Rohat got, "Hêza rewabûna berxwedanên xwerêveberiyê jî ev e. Civakek ku nikaribe aboriya xwe bi rêxistin bike, nikare li ser lingên xwe bisekine. Hewlana ji nû ve avakirina civakekê, yek ji wezîfeyên herî zehmet ê şoeşê ye. Lê belê, mîna ku bi berxwedana dîrokî ya gelê me re îspat bûye, em ê vê wezîfeya zehmet bi pêngaveke şoreşgerî bi ser bixînin. Ji vê derê, hemû cangoriyên berxwedana xwerêveberiyê bi rêzdarî bibîr tînim û bi coş vê berxwedanê silav dikim."