Berfa li Şengalê dibare bandoreke neyînî li jiyana rojane dike
Mercên dijwar ên zivistanê û berfa li çiyayê Şengalê dibare, bandoreke neyînî li Êzidiyên li binê konan, bi taybetî jî li zarokan dikin.
Mercên dijwar ên zivistanê û berfa li çiyayê Şengalê dibare, bandoreke neyînî li Êzidiyên li binê konan, bi taybetî jî li zarokan dikin.
Mercên dijwar ên zivistanê û berfa li çiyayê Şengalê dibare, bandoreke neyînî li Êzidiyên li binê konan, bi taybetî jî li zarokan dikin. Civaka Êzidî ya li Şengalê ji ber nebûna derfetan gazinan dikin.
Li çiyayê Şengalê, berfa piştî serma dijwar dibare, rê li ber zor û zehmetiyan vedike. Bi helîna berfê re av û heriya li wargehên ji konan derdikevin holê, bandoreke neyînî li jiyanê dikin. Li aliyê din zarokên ku haya xwe ji tiştekî nînin, bi berfê dilîzin.
LI ÇIYAYÊ ŞENGALÊ PIRSGIRÊKÊN DOKTOR Û DERMANAN HENE
Li çiyayê Şengalê bi zivistanê re nexweşiyên ji ber sermayê zêde bûn û hejmareke têrker a doktor û dermanan li derê nîne. Dayikên Şengalê diyar kirin ku divê zarokên wan bên dermankirin, alîkariya doktor û dermanan li wan bê kirin, naxwe wê nexweşî li wan giran bibe û ew nema dikarin xwe li êşên zarokên xwe rabigirin. Dayikên ŞengalÎ ji bo zarokên xwe bi lezgînî şirûba kuxikê û dermanên li hemberî sermayê xwestin.
'DIVÊ ALÎKARÎ BI WEKHEVÎ WERE BELAVKIRIN'
Dayika Leylî diyar kir ku saziyên alîkariyê yên navneteweyî alîkariyê teslîmî partiyên siyasî yên li herêmê dikin, lê belê alîkarî bi awayekî wekhev nayê belavkirin. Dayika Leylî xwest di vî warî de nêzîkatiyeke wekhev were nîşandan û anî ziman ku tevî hemû zor û zehmetiyan jî ew ê li binê konên xwe berxwedan û têkoşîna xwe bidomînin. Dayika Leylî bi tenê dixwaze konekî saxlem û ji bo xwe pê germ bike daxwaza sotemeniyê dike. Dayika Leylî da xuyakirin ku ew li bendê de cihên pêwendîdar bersivê bidin pêwîstiyên wan.