Cenazeyên 3 kesên li Sûrê hatin qetilkirin nikarin bên rakirin
Li Sûrê, cenazeyên zarokekî û Mesût Sevîpek û Îsa Oran ên berî 8 rojan ji aliyê tîmên taybet ên Tirk ve hatin qetilkirin, nikarin werin rakirin.
Li Sûrê, cenazeyên zarokekî û Mesût Sevîpek û Îsa Oran ên berî 8 rojan ji aliyê tîmên taybet ên Tirk ve hatin qetilkirin, nikarin werin rakirin.
Li hemberî 6 taxên navçeya Amed Sûrê yên hatine dorpêçkirin, topbarana hêzên dewletê bênavber dewam dike.
Cenazeyê zarokê 16 salî yê navê wî nehat zanîn ê duh di bomberdûmanê de li Taxa Hasirli jiyana xwe ji dest da û cenazeyên Mesût Sevîptek û Îsan Oran ên berî 8 rojan jiyana xwe ji dest dan, ji ber dorpêçiya li Sûrê nikarin bên rakirin.