Bayik: Daxwaza KCD'ê ne dîktatorî ye, demokrasî ye
Bayik: Ciwanan ji bo parastina xwe hinek çekên li piyasayê tên firotin bi dest xistine. Dema ku AKP’ê di meha Tîrmehê de şer da destpêkirin, hinek çekên din jî bi dest xistine.
Bayik: Ciwanan ji bo parastina xwe hinek çekên li piyasayê tên firotin bi dest xistine. Dema ku AKP’ê di meha Tîrmehê de şer da destpêkirin, hinek çekên din jî bi dest xistine.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, di nivîsa xwe ya îro ya li rojnameya Azadiya Welat de, deklerasyona xwerêveberiyê ya KCD'ê û êrîşên dewleta Tirk nirxand.
Nivîsa Bayik bi vî rengî ye:
"Rastiya hikûmeta AKP’ê her roj bêtir derdikeve holê. Di esasê xwe de ev ji bo gelên Tirkiyeyê tiştekî baş e. Ji ber ku bi salan e wekî ku ew ê demokratîkbûyînê pêk bînin, wekî ku ew ê pirsgirêka kurd çareser bikin gelan mijûl dikin. Bi vî rengî hem demokratîkbûyîn xistine xizmeta xwe û hem jî ji bo danehevê birizînin serî li hemû rê û rêbazan didin. Derket holê ku li hemberî daxwaza gelê kurd a demokratîkbûyînê, li hemberî hêza şoreşger polîtîkayên mijûlkirin û xapandinê dimeşînin. Berpirsyariya Rêber Apo ya li hemberî gelên Tirkiyeyê îstismar kirin. Rêber Apo di Newroza 2013’an de ji bo demokratîkbûyîna dewlet û civakê pêvajoya çareseriya siyasî da destpêkirin lê ev pêvajo ji bo amadekariya şer bi kar anîn. Niha baştir tê fêmkirin ku kaleqol, qereqol, rê û bendavên leşkerî ji bo amadekariya şer hatine çêkirin. Ji bo vê rastiyê veşêrin derewa 'PKK’ê 80 hezar çek li bajaran bi cih kirine' dikin.
Tevgera Azadiya Kurd ji bo meşandina şer tenê çekek jî li bajaran bi cih nekiriye û bilêvkirina vê dereweke mezin e. Îdiaya ku 80 hezar çek li bajaran bi cih kirine, ji bo amadekariyên xwe yên şer veşêrin argumana şerê psîkolojîk e. Teqez ev îdia ne rast e. Ciwanan ji bo parastina xwe hinek çekên li piyasayê tên firotin bi dest xistine. Dema ku AKP’ê di meha Tîrmehê de şer da destpêkirin, hinek çekên din jî bi dest xistine. Gotina ‘PKK’ê amadekariya şer kiriye’ gotineke ne rast e. Hikûmeta AKP’ê şer da destpêkirin.
Em wisa difikirin ku biryara şer di civîna MGK’ê ya 30’ê Cotmeha 2014’an de hatiye girtin. Niha tê fêmkirin ku biryara şer ji zû ve hatiye girtin. Di havîna 2014’an de talîmat ji waliyan re şandin, bi sîmîlasyona ku di meha Îlonê de hatiye amadekirin nîşan dide ku ji berê ve biryara şer hatiye girtin. Tê fêmkirin ku di civîna MGK’ê ya 30’ê Cotmeha 2014’an de rewşa siyasî û detayên şerê ku bimeşînin hatiye nîqaşkirin. Di havîna 2014’an de biryara şer hat girtin û piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê şer dan destpêkirin. AKP’ê wisa hesab dikir ku wê hilbijartinên 7’ê Hezîranê ji wan re derfetê biafirîne. Ji xwe dema biryara şer girtin Mutabaqata Dolmabahçeyê ku wê berpirsyariyê li wan bar bike, qebûl nekirin, li hemberî Rêber Apo tecrîdeke giran dan destpêkirin.
Ji ber biryara şer, nerazîbûneke mezin nîşanî pêşniyara Xweseriya Demokratîk a KCD’ê didin. Ev polîtîka û zîhniyeta ku biryara şer dide, pêşniyarên KCD’ê yên maqûl û divê bên nîqaşkirin wekî îxanet û provokasyon bi nav dikin. Ji bo gelên Tirkiyeyê bizêrînin vê pêşniyarê wekî cudaxwazî didin nîşandin. Ji bo mijarê berovajî bikin, îdraqeke şaş biafirînin dibêjin ‘em nahêlin dewletê ava bikin’. KCD ji bo demokratîkbûyînê çareseriyeke siyasî pêşniyar dike.
Eger Tirkiye bixwaze demokratîk bibe divê teqez xwerêvebirinê qebûl bike. Êdî daxwaza xweseriya demokratîk wekî daxwaza statuyê yan jî qedera xwe diyarkirinê binavkirin rast nîne. Di esasê xwe de ev têgehên zîhniyet û paradîgmaya sedsala 20’emîn in. Dema mirov li gorî zîhniyet û paradîgmaya sedsala 20’emîn bifikire, wisa pênasekirin tê fêmkirin. Lê pênaseya herî rast ew e ku mirov xweseriya demokratîk wekî encameke xwezayî ya demokrasiyê bi nav bike.
Rêber Apo, xweseriya demokratîk wekî mafekî demokrasiya herêmî ku divê were nasîn, dibîne. Xweseriya demokratîk ne parvekirina desthilatdariyê û ne jî xwesteka dewletokekê ye. Armanc di nav yekitiya demokratîk a Tirkiyeyê de jiyaneke azad û demokratîk e. Rêber Apo got; 'eger hûn dewletê li ser siniya zêr jî bidin min ez naxwazim.' Rêber Apo û PKK paradîgma guhert. Cewher û esasa vê guherîna paradîgmayî jî dijberiya desthilatdarî û dewletê ye. Kesên ku paradîgma neguhertine, kesên ku hêj bi paradîgmaya sedsala 20’emîn difikirin ne pêkan e ku ji projeya kesên ku paradîgma guhertine jî fêm bikin. Ji xwe fêm jî nakin. Ji ber ku bi ser û mêjiyê dewletparêz difikirin pêşniyareke ku îlhama xwe ji paradîgmaya Rêber Apo werdigire jî hema tavilê bi cihêwaziyê bi nav dikin. Pirsgirêk ne ya kesên ku xweseriya demokratîk pêşniyar dikin e, pirsgirêk a kesên ku li hemberî vê pêşniyarê bi paradîgmaya sedsala 20’emîn difikirin e. Dinyaya wan hemû ji ber ku desthilatdarî û netewe dewlet e hemû tiştan jî li gorî têgihîştina xwe dinirxînin. Hemû nerazîbûnên têkildarî pêşniyara KCD’ê jî li ser vê hawêrê diçin û tên.
Kurd desthilatdarî û dewletê naxwazin. Daxwaza wan ew e ku bi nasname, çand û zimanê xwe bi awayekî azad û demokratîk bijîn. Kurd dibêjin ku bila dewlet û desthilatdarî jî ji we re be. Helbet bi vê yekê ve girêdayî dibêjin; hûn ê demokratîk bibin, hûn ê di hişmendiya desthilatdarî û dewletê de guherînan pêk bînin. Ji lewre gotinên wekî kurdan dev ji projeya HDP’ê berda yan jî gotinên wekî Selahattîn Demîrtaş gelên li Tirkiyeyê xapandin, dereweke mezin e. Berovajiyê vê yekê projeya HDP’ê ji her demê zêdetir îro roj xwedî girîngî ye. Êdî AKP û MHP’ê tifaqeke nijadperest ava kiriye. Mirov dikare ji vê re bibêje Eniya Millî ya 3’yemîn jî. Hişmendî û polîtîkayên AKP û MHP’ê îro roj zêdetir di nav hev de ne. Ji xwe Tûgrûl Turkeş jî got eger ku bavê min ê Başbug sax bûya ew ê jî vê helwestê nîşan bidaya. Helwesta kurê Turkeş di heman demê de polîtîkaya AKP’ê ya piştî hilbijartinên 7’ê hezîranê jî datîne holê.
CHP ji bo xwe dibêje ew sosyal demokrat im lê belê refleksên wê li gorî gotinên wê nînin. Tirkiyeya salên 1930’î û şert û mercên dinyaya wê demê cuda bûn. CHP hê jî bi paradîgmaya wan salan dipayê ku ew ê sosyal demokrat be. Hele ku CHP xwe wekî partiya damezirîner dibîne; divê ku bi ruhê Meclîsa 1920’î û destûra bingehîn a 1921’an tevbigere. Eger ku îro roj eniya faşîst a AKP û MHP’ê ew ê were paşxistin divê ku CHP jî di nav hêzên demokrasiyê de bi vegotin û helwesteke hevpar seknekê nîşan bike. Niha di her firsendê de ji kurdan re dibêjin ev daxwaz û ew daxwaza we nayê qebûlkirin.
Bêguman bi vî mêjiyê di nav meclisê de hemû daxwazên kurdan ew ê bên redkirin. Kurd ji xwe nepêkan e ku di nav meclîsê de bibin piranî. Niha jî bi hêzên demokrasiyê re encax dikarin bibin ji sedî 20 meclîsê. Ji lewre eger siyaseta Tirkiyeyê demokratîk nebe kurd li meclîsê çi jî bibêjin vala ye. Eger ku her tim bibêjin; em piranî ne, em çi bibêjin ew ê wisa be. Ew ê hemû daxwazên demokratîk ên kurdan û yên civakên dîtir bên redkirin. Di rewşeke wiha de li hemberî kesên ku daxwazên demokratîk bînin ziman û yên ji bo van daxwazan têbikoşin teqez wê şer bê pêşxistin. Ji xwe tişta ku îro roj tê jiyîn jî ev e. Vê polîtîkaya AKP’ê diyar dike ku ew ê şer di serdema pêşiya me de gurtir bibe. Wê kurd jî berxwedana herî mezin a di dîrokê de ew ê pêş bixin."