Terora girtinê ya AKP’ê didome

Terora girtin û binçavkirinê ya di pêşengiya AKP’e û Qesrê de li Kurdistan û Tirkiyeyê pêk tê di roja yekemîn a sala nû de dewam dike.

Terora girtin û binçavkirinê ya di pêşengiya AKP’e û Qesrê de li Kurdistan û Tirkiyeyê pêk tê di roja yekemîn a sala nû de dewam dike. Îbrahîm Fîdan ê li Farqînê hat girtin, li Manîsa û Nisêbînê jî bi giştî 5 kes hatin binçavkirin.

Terora girtin û binçavkirinê di pêşengiya polîs û dozgerên girêdayî Qesrê de li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê dewam dike. Îbrahîm Fîdan ê li Farqînê 30’ê Kanûnê di serdegirtina malan de hat binçavkirin, li Dadgeha Navçeya Farqînê bi hinceta “Endamê Rêxistinê ye” hat girtin.

Her wiha li Manîsayê jî danê êvarî polîsan hemwext avêtin ser mal û kargehan. Di serdegirtinan de 3 welatiyên navên wan nehate zelalkirin hatin binçavkirin, 3 welatiyên hincetên binçavkirinên wan nehate zanîn birin Şaxa TEM a Midûriyeta Emniyeta Manîsayê.

Her wiha îro li Nisêbînê jî di merasîma cenaze ya ji bo gerîlaya YJA Starê Lutfuye Bûlût (Jînda Mardîn) de 2 welatî hatibûn binçavkirin. Hate ragihandin ku navên kesên hatine binçavkirin, Ramazan Kaya û Bedrettîn Yîgît e, hate diyarkirin ku ev welatiyana birine Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Emniyeta Navçeyê.