Dr. Gulpî: Tirkiye dixwaze ji aliyê leşkerî û siyasî ve Başûrê Kurdistanê dagir bike

Siyasetmedarê Kurd û rewşenbîr Dr. Fayîp Gulpî da xuyakirin ku Tirkiye dixwaze ji aliyê leşkerî Û siyasî ve Başûrê Kurdistanê dagir bike.

Siyasetmedarê Kurd û rewşenbîr Dr. Fayîp Gulpî diyar kir ku hebûna leşkerî ya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê û Iraqê tê wateya hewldana ji bo dagirkirina Kurdistanê ji aliyê leşkerî, siyasî û aborî ve. Dr. Gulpî da xuyakirin ku hin rêveberên herêmê ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî bi Tirkiyeyê re li hev kirine û ev yek li dijî berjewendî û destketiyên neteweyî yên Kurdan gefeke mezin e.

Hefteya bihurî 902 siyasetmedar û rewşenbîrên ji Başûrê Kurdistanê, ji bo fikarên xwe yên li ser hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Başûrê Kurdistanê û Iraqê bilêv bikin, ji Serokê Parlamenta Ewropayê (PE) Martîn Schûlz re nameyek nivîsandin. Yek ji rewşenbîrên ku mora xwe danîn binê nameyê Dr. Fayîp Gulpî ji Rojnewsê re axivî û destnîşan kir, ku hebûna leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê û Iraqê gefeke mezin e li hemberî berjewendî û destketiyên neteweyî yên Kurdan.

Gulpî ragihand ku eger li hemberî vê helwesta Tirkiyeyê nerazîbûneke cidî neyê nîşandan, dibe ku herêma Kurdistanê ji aliyê siyasî, aborî û leşkerî ve bê dagirkirin û got, "Pirsgirêka me ya bi Tirkiyeyê re li ser hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê li Iraq û Kurdistanê ye. Em vê peymana hin komên Sûnî yên Iraqê û PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re rast nabînin. Xwestina ketina leşkerên Tirk li Batûfa, Sersingê û herêmên din tê wateya xwestin hatina leşkerên Tirk ji Herêma Kurdistanê re. Ev yek gelekî tehlûke ye."

'GEFA HERÎ MEZIN LI DIJÎ DESTKETIYÊN LI KURDISTANÊ YE'

Gulpî da zanîn ku hebûna leşkerên Tirk ne tenê li dijî PKK'ê ye û destnîşan kir ku gefa herî mezin a leşkerên Tirk li hemberî destketiyên herêma Kurdistanê ye. Gulpî ragihand ku gelê Başûrê Kurdistanê ji hebûna PKK û HPG'ê ya li vê derê kêfxweş e û got, "Lê belê hebûna leşkerên Tirk rê li ber acizî û metirsiyan vedike."