Ji bo protestokirina qetlîaman ketin behrê
Terora AKP’ê yên li ser bajarên Kurdistanê piştî îlankirinên xwerêveberiyên li Kurdistanê bi şêwazekî ne asayî ve li Italya hat protestokirin.
Terora AKP’ê yên li ser bajarên Kurdistanê piştî îlankirinên xwerêveberiyên li Kurdistanê bi şêwazekî ne asayî ve li Italya hat protestokirin.
Terora AKP’ê yên li ser bajarên Kurdistanê piştî îlankirinên xwerêveberiyên li Kurdistanê bi şêwazekî ne asayî ve li Italya hat protestokirin. Komek Îtalyan di vekirina festîvala Amîcî Dî Lîvorno ya her sal tê lidarxistin de ji bo protestokirina bêdengbûna raya giştî di sermaya Çile de ketin behrê. Şaredarê Lîvorno jî piştgirî da çalakiyê.
Çalakiya endamên Koordînasyona Toscana ya Ji Bo Kurdistan mohra xwe li vekirina Festîvala Amîcî Dî ya li bajarê Lîvorno yê Îtalya da. Bi tîşortên zer ên li ser wan nivîsa, “Qirkirina li Kurdistanê Bi Dawî Bibe” hebû tevlî vekirinê bûn.
Çalakvan bi pankarta, “Em bê dengbûnê bişkînin, qirkirina li Kurdistanê bi dawî bikin” hatin, daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê wek qirkirin hat pênasekirin. Hate destnîşankirin ku divê hikûmeta Îtalî li hember vê rewşê bê dengiya xwe xera bike û li dijî rewşê xwedî helwest be.
Çalakvanan bêdengbûn û çavên xwe li bûyeran girtinê yên raya giştî ya navneteweyî rexne kirin, diyar kirin ku divê demildest dezgehên cuda heyetan bişînin herêmê.
Nêzî 200 çalakvanî ku di nav de Serokê Şaredariya Lîvorno Fîlîppo Nogarîn û nûnerên Xaca Sor a Îtalyan jî hebûn, dan xuyakirin ku vê salê ji bo balkişandina ser qetlîamên li Kurdistanê xwe davêjin avê. Piştre jî çalakvan bi awayekî komî ketin behrê.