Artêşa Tirk bi çeteyan re êrîşî Girê Spî dike

Dewleta Tirk şevê din careke din êrîşî bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê kir.

Dewleta Tirk şevê din careke din êrîşî bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê kir.

Artêşa Tirk şevê din gule li navenda depoyên genim ên nêzî deriyê sînor ê Girê Spî reşandin. Ti ziyanên canî û madî çênebûn.

Endamê Asayîşê ku li navenda depoyan dimîne got ku şevê din di seat 01.35’an de leşkeran gule li wan reşandin û yên ku gule direşandin li aliyê din ên sînor tevdigeriyan û bi zimanê Tirkî daxivîn.

Endamê asayîşê da xuyakirin ku duh jî çeteyên DAIŞ’ê êrîşî wan kirin û got ku ew amade ne hemû êrîşên werin ser wan bibersivînin.

Hêjayî gotinê ye ku êrîşên dewleta Tirk li ser bajarê Girê Spî ji 23’ê Cotmehê ve heta niha didome.