Li Cizîrê, ku terora dewletê di roja 19. de lê dewam dike, Cabbar Taşkin ê 40 salî li ber mala xwe bû hedefa hêzên dewletê. Taşkên ê ji ber giraniya êrîşan li cihê lê birîndar bû nikarîbû bê rakirin, jiyana xwe ji dest da.
Li Cizîrê berxwedana gel a li hemberî êrîşên dewleta Tirk di roja 19. de ye. Duh êvarê leşker û polîsên Tirk bi tank û topan bombe li taxên Cûdî û Nûrê barandin. Ji ber topbaranê gelek xanî xera bûn.
Li taxa Cûdî ku êrîş lê giran e, welatyê bi navê Cabbar Taşkin (40) ê li nêzî mala xwe bû hedefa êrîşa hêzên dewletê birîndar bû. Ji ber ku maşînên zirxî tevahiya şevê herêm gulebaran kirin, Taşkin nikarîbû ji cihê lê birîndar bû bê rakirin. Tevî hemû hewldanan jî ambûlans nehat. Taşkin tevahiya şevê bi birîndarê li naverastê ma. Cîranên wî ancax danê sibehê axwe gihandin wî, lê jiyana xwe ji dest dabû.
Li aliyê din, welatiyê bi navê Şukru Dûymak ê li hewşa mala xwe ya li kolan Cabayê bi guleya polîsên taybet birîndar bû, ji ber ku ambûlans nehat tevahiya şevê bi birîndarê li malê sekinî. Ancax danê sibehê ambûlans hat û ew rakir nexweşxaneyê.
Hat ragihandin ku gelek xwîn ji Dûymak çûye û rewşa wî ya tenduristiyê krîtîk e.