‘Qetlîamên li Sîlopiyê, Cizîr û Sûrê berdewama Roboskiyê ne’

Malbatên Roboskiyan di 209. hefteya qetlîamê de hatin gel hev û lêgerîna xwe ya edalê didomînin.

Malbatên Roboskiyan di 209. hefteya qetlîamê de hatin gel hev û lêgerîna xwe ya edalê didomînin. 

Malbatên 34 welatiyên di 28'ê Kanûna 2011'an de li Roboskê ji aliyê balafirên şer ên tirk ve hatin qetilkirin, di hefteya 209'an de çalakiya "Dad"ê berdewam kirin. Malbat li ber Komeleya Roboskê li hev kom bûn û wêneyên zarokên xwe hildan. Malbatan pankarta "Ji bo Roboskê edalet, bila faîl bên darizandin" vekirin û daxuyanî dan. Li ser navê malbatan Kiymet Encu, daxuyanî da û diyar kir ku ew wê ti carî komkujiya Roboskê ji bîr nekin. Encu, da zanîn ku komkujiya Roboskê siyasî ye û wê heta dawî doza Roboskê bişopînin. Encu, anî ziman ku xwendekar û saziyên civakî li Kocaeli, Stenbol, Antalya, Bursa, Îzmir û gelek bajarên din komkujiyê şermezar dikin rastî êrîşên polîsan tên û tên binçavkirin û wiha got: "Polîsên AKP'ê bi hovîtî êrîş kirin, binçav kirin û girtin. Em vê hişmendiyê şermezar dikin. Komkujiyên li Sîlopî, Cizîr û Sûrê pêk tên, berdewama komkujiya Roboskê ye. Ne 4 sal, 40 sal derbas bibe jî em vê komkujiyê ji bîr nakin û em wê hesapê wê bipirsin."