Di meşa Sûrê de 24 kes hatin binçavkirin

Di roja 30'emîn a terora dewleta Tirk a li ser Sûrê de, bi hezaran kes meşiyan. Polîsan êrîşî girseyê kir û 24 kesên beşdarî meşê bûn bi lêdanê binçav kirin.

Di roja 30'emîn a terora dewleta Tirk a li ser Sûrê de, bi hezaran kes meşiyan. Polîsan êrîşî girseyê kir û 24 kesên beşdarî meşê bûn bi lêdanê binçav kirin. 

Li navçeya Sûrê terora dewleta Tirk ev 30 roj in didome. Hêzên dewletê navçe dorpêç kiriye û bi top û hawanan êrîş dike. Girseya ku îro bi boneya dorpêça li ser Sûrê bi dawî bibe meşiyan, rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan êrîşî girseyê kir û 24 kes binçav kirin. Di nav 24 kesên hatin binçavkirin de rewşenbir, rojnameger, doktor, hunermend û aktîvîstên aştiyê jî hene. 24 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Çend kesên bi lêdan û tundiyê hatin binçavkirin û navê wan diyar bûn ev in: "Muzîsyenê NÇM'ê Şêrko, Xebatkarê KURDSAT TV Baran Ok û Ferat Mehmetoglu, Wênevana ji Bodrumê hatiye Pinar Ercan, Doktor Semra Guzel, kesên bi navê Arzu Erdemir, Atalay Yeni, Aziz Kilinç, Muzaffer Coşkun, Savaş Atli, Mazlum Guzel, Emrah Tekîn, Haydar Darici û Salih Yilmaz.”