Yuksekdag: Eger em bisekinin em ê bimirin, em ê li ber xwe bidin!

Yuksekdag der barê êrîşa polîsan a li hemberî meşa ber bi Sûrê ve daxuyaniyek da çapemeniyê.

Yuksekdag nerazîbûn nîşanî êrîşa li hemberî meşa li Amedê da û got, "Em îro bisekinin, em ê bimirin. Em îro li ber xwe nedin, em ê sibe li pêleke mezintir a êrîşan rast bên."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, der barê êrîşa polîsan a li hemberî meşa ber bi Sûrê ve daxuyaniyek da çapemeniyê. Yuksekdag li ber avahiya şaredariyê peyivî û anî ziman ku hevalên wan ên ji bajarên cuda hatine, ji bo meşa aştiyê hatine.

Yuksekdag da zanîn ku li hemberî wan terora dewletê heye û diyar kir ku her çend haya amîrên emniyetê ji daxuyaniyên wan hebûn jî êrîşî kirine. Yuksekdag got, "Di dema axaftina min de ji aliyê maşînên zirxî dengê teqînê hat. Me fêm nekir bombeya deng e, yan fîşeka gazê ye. di dema axaftina min de bi ava şid û gaza îsotê êrîş kirin." 

'YÊN LI BER XWE DIDIN HER TIM QEZENC DIKIN'

Yuksekdag da xuyakirin ku wekîlên hewl dane pêşî li êrîşê bigirin rastî lêdanê hatine û got, "Biryardariya me ya têkoşînê zelal e. Peymanên ku dewletê mora xwe daniye binî, hemû qulqulî bûne. Em dest bi saleke nû dikin. Sala 2015'an kirin saleke bi xwîn. Em dixwazin sala 2016'an nebe saleke bi xwîn. Em ê ji tevgera xwe ya mafdar venegerin. Eger kujer û dizek ewçend bi tank û topan bi ser gelê me de tên û êrîş dikin, em ê jî bi israr daxwazên gelê xwe bilêv bikin, nîşan bidin. Li her dera welêt êş hene, rondik dibarin. Lê yên li Enqereyê rûyê wan li ken e û wêneyan dikişînin. Bi tinehesibandina vîna gelê me re hewl didin me tine bikin. Li hemberî topên wan, dilsoziya me ya bi têkoşînê re heey. Ev bawerî wê tank û topên wan têk bibe. Li hemberî vê zilm û hovîtiyê em ê bi biryardarî li ber xwe bidin. Di herikîna dîrokê de berxwedêran her tim qezenc kirine."

'EGER EM LI BER XWE NEDIN WÊ BÊHTIR ÊRÎŞ BIKIN'

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag diyar kir ku ew ê meşa Botanê pêk bînin û got, "Eger em îro bisekinin em ê bimirin. Di bin navê nîqaşên Destûra Bingehîn de hilbijartinên serokatiyê erê kirin û mora xwe danîn binê peymaneke gemarî. Eger em îro li ber xwe nedin, sibe em ê rastî pêleke mezintir a êrîşan bên. Ji niha û pê ve em ê têkoşîna xwe gav bi gav mezintir bikin."

Piştî daxuyaniyê girseya gel ji bo meşa ber bi Botanê ve ket ser rê.