Yuksekdag û Demîrtaş wê îro li Şirnexê bin

Meclîsa Gel a Demokratîk a Şirnexê bang kir ku Hevserokên HDP'ê bi awayekî girseyî werin pêşwazîkirin.

Heyeta duh ji Amedê bi rê ket, wê îro bigihêje Şirnexê. Tê payîn ku Hevserokên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş li Şirnexê bin.

Meclîsa Gel a Demokratîk a Şirnexê bang kir ku Hevserokên HDP'ê bi awayekî girseyî werin pêşwazîkirin.

Meclîsa Gel a Demokratîk a Şirnexê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bal kişand ser berxwedanên ji bo xwedîderketina li xwerêveberiyan. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bo xwedîderketina li van berxwedanan wê heyetek bi pêşengiya Hevserokên HDP'ê îro bigihêje bajêr.

Hat destnîşankirin, ku Demîrtaş û Yuksekdag û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, hevşaredar û parlamenter wê îro saet di 14:00 de li Şirnexê bi heybetî werin pêşwazîkirin.

Meşa HDP, DBP, KCD û rêxistinên civakî yên sivîl a ber bi Şirnexê ve, duh li Amedê destpê kiribû. Heyeta ku şeva xwe li Sêrtê derbas kir, danê sibehê ber bi Şirnexê ve ket ser rê.