Li Silopiyayê êrîş dijwar bûn

Li taxên Nûh, Cûdî û Başak ên Silopiyayê êrîşên dewleta Tirk di roja 18. de giran bûn. Berxwedana gel jî li hemberî êrîşan didome.

Êrîşên qirkirinê yên di 14'ê Kanûnê de li navçeya Şirnex Silopiyayê destpê kirin, di roja 18. de dewamd ikin. Êrîşên li taxên Nûh, Cûdî û Başakê, danê vê sibehê dijwartir bûn.

Berxwedana xwerêveberiyê ya li hember êrîşên tank û topên dewleta Tirk, tevî baranê jî bi biryardarî didome.

Gel di berxwedanê de bi biryar e. Tevî hemû êrîşan jî gel rê nade ku hêzên dewletê bikevin nava taxên berxwedan lê heye. Ji ber êrîşên hêzên dewletê yên bi tank û topan heya niha bi sedan mal hatine hilweşandin û êdî nayên bi kar anîn.

Li Silopiya di êrîşên ji 14’ê Kanûnê heya niha 15 kes di nav de pitik jî heye ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Gelek welatî jî birîndar bûne.