Tevgera Ciwanan a Demokratîk û Şoreşger (YDG-H) diyar kir ku konsepta şerê topyekûn a hikûmeta AKP'ê ya faşîst li hemberî qadên xwerêveberiyê daye destpêkirin, îro jî dewam dike. YDG-H ragihand ku hêzên wan li qadên xwerêveberiyê, li hemberî êrîşên çeteyan bi hêz û vîna xwe berxwedaneke dîrokî nîşan didni.
LI SILOPIYAYÊ 17 TÎMÊN TAYBET HATIN KUŞTIN
YDG-H diyar kir ku di 29'ê Kanûnê de di êrîşa li hemberî Taxa Zap a Silopiyayê de 2 maşînên zirxî yên bi tîpa Kobra li ser bingeha xweparastinê hedef hatine girtin û hatine îmhakirin. YDG-H ev agahî da: "Der barê mirî û birîndarên dijmin ên li vê derê de agahiyeke zelal nehat bidestxistin. Li taxên Barbaros, Zap û Nûhê jî lih emberî çeteyên ku malên gel weke baregeh bi kar tînin hêzên me çalakî pêk anîn û 2 tîmên tevgera taybet hatin kuştin, gelek çete jî birîndar bûn. Roja 30'ê Kanûnê li taxên Zap û Nûhê, di encama çalakiyên xweparastinê yên hêzên me de 15 tîmên taybet hatin kuştin. Hêzên ewlekariyê yên Tirk ev 2 roj in bi çekên giran taxên Zap, Nûh û Barbarosê bombe dikin. Li van taxan di nava 2 rojan de bi giştî 20 mal ji ber bomberdûmana hêzên ewlekariyê yên Tirk hilweşiyan."
LI CIZÎRÊ 3 TÎMÊN TAYBET HATIN KUŞTIN
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku di serî de taxa Cûdî li gelemperiya Cizîrê, êrîşên dijwar dewam dikin û hat gotin, "29'ê Kanûnê li Taxa Nûrê, hêzên me yên xweparastinê bi çeteyên hewl dan ji Garnîzonê xwe berdin nava taxê hesiyan. Di encama bersiva hêzên me de şer derket û li vir 3 polîsên tevgera taybet hatin kuştin. Di heman rojê de li hemberî hêzên ewlekariyê yên Tirk ên xwestin ji girê Cafer Sadik xwe berdin nava taxê, hêzên me yên xweparastinê bersiv dan û şer derket. Di şerê li vir de maşîneke zirxî ya bi tîpa Kobra hat îmhakirin. Mirî û birîndarên li vê derê jî nehat zelalkirin."
LI AMEDÊ 7 TÎMÊN TAYBET HATIN KUŞTIN
YDG-H da zanîn ku li Seyrantepeyê 7 tîmên taybet hatine kuştin û got, "Roja 28'ê Kanûnê li semta Seyrantepe ya Amedê, di çalakiyên ji bo xweparastinê de 2 maşînên zirxî yên bi tîpa Ûral bi temamî hatin îmhakirin û 7 tîmên taybet ên di van wesayîta de bûn hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn. Çapemeniya alîgirê rejîma AKP'ê ya dagirker ji bo vê çalakiyê ragihand ku 13 polîsên tîmên taybet birîndar bûne, lê ev nûçe derew e."
'EM LI PIŞT RÊXISTINBÛYÎNA YPS'Ê NE'
Daxuyaniya YDG-H bi vî rengî dewam kir:
"Li dijî êrîşên tinekirinê yên topyekûn ên bi 14'ê Kanûnê re li Sûr, Cizîr û Silopiyayê destpê kirin, ku bi tevlîbûna artêşa Tirk tên meşandin, hêzên me berxwedana xwe xurt kirine û ev berxwedan derxistine asteke bilindtir. Bi tevlîbûna gel û ciwanên li taxan re êdî berxwedaneke xweparastinê ya ji sîwanê YDG-H mezintir derketiye holê û ber bi rêxistinbûyîneke nû ve çûye. Di vê çarçoveyê de li hin navçeyan, hevrêyên me di asta herêmî de bi tevlîbûna ciwanan biryar dane ku rêxistinbûyîneke hîn bêhtir bi dîsîplîn, hîn bêhtir şerekî parastinê yê bi plan bimeşînin ava bikin û biryara rêxistinbûyîna YPS'ê dane. Her herêmê ev yek pêk aniye û ji raya giştî re ragihandiye. Weke Navenda YDG-H em vê yekê ji bo dema pêş weke pêşketineke erênî dibînin û dibêjin ku di asta herêman de em li pişt van îlanan e. Em ê rêxistinbûyîna YPS'ê weke hêzeke girîng a serketinê dibînin ku wê têkoşîna me bi pêş de bibe û bi ser bixîne. Bi berxwedanê re veguherîna YDG-H weke hêzeke xweparastinê, bêguman asta berxwedanê nîşan dide. Di heman demê de li hemberî pêvajoya ku dewleta Tirk di 14'ê Kanûnê de daye destpêkirin, bersiva herî bi bandor a şoreşger e.
Bi vê perspektîfê re, ji bo sîstema koordînasyonê ya navbera herêman, me xebat dane destpêkirin. Heta ku yekbûyîneke rêxistinî û navendîbûn pêk were, em ê qewimînên li herêmên şer weke YDG-H ragihînin. Asta ku îro berxwedana me gihaştiye asteke têk naçe ye. Ji ber ku îlana YPS'ê xwe dispêre vê zemîna têk naçe, pêngava misogerkirina serketinê ye. Em vê yekê li gelê xwe pîroz dikin û ji rêxistinbûyînên YPS'ê û hemû hevrêyên xwe re serketinê dixwazin."