Serokê Odeya Endezyarên Jeolojî ya Amedê Harûn Yalçinkaya diyar kir ku Desteya Herêmê ya Parastina Hebûneyên Çandî ya Amedê destû daye ku li ser Bajarê Antîk Dakyanûs ku di Asta 1. de Qada Sîtê ye qereol were çêkirin.
FERHAT ARSLAN
AMED / ANF
în, 1 rêbendanê 2016, 07:06
Serokê Odeya Endezyarên Jeolojî ya Amedê Harûn Yalçinkaya diyar kir ku Desteya Herêmê ya Parastina Hebûneyên Çandî ya Amedê destû daye ku li ser Bajarê Antîk Dakyanûs ku di Asta 1. de Qada Sîtê ye qereol were çêkirin û destnîşan kir ku ev skandal e. Yalçinkaya da xuyakirin, ku ji bo mijar bikeve rojeva Meclîsê ew di nava hewldanan de ne.
Polîtîkayên qirkirinê yên li hemberî dîrok û xweza Kurdistanê tên meşandin, bi awayekî bêrehm dewam dikin. Di dema dawî de bi tank û topan qadên dîrokî hatin hilweşandin. Cihên dîrokî yên bi hezaran salan kevin jî, di vî şerê li hemberî Kurdan de weke baregehên leşkerî tên bikaranîn. Serokê Odeya Endezyarên Jeolojiyê ya Amedê Harûn Yalçinkaya da xuyakirin ku destûr hatiye dayîn li Bajarê Antîk Dakyanûs ê li navçeya Amed Liceyê qereqol were çêkirin û anî ziman ku her çend Dakyanûs herêmê sîtê ye, di 17'ê Kanûna 2015'an de destûra înşaeta qereqolê hatiye dayîn.
Yalçinkaya got, "Dakyanûs yekane bajarê antîk ê li herêmê ye ku di Asta 1. de Herêma Sît'ê ya Arkeolojîk e. Di çarçoveya qanûna bi hejmara 2863'an de li Herêmên Sît ên Arkeolojîk ên Asta 1. destûr nayê dayîn ku tiştek lê were lêkirin. Lê belê Desteya Herêmê ya Parastina Hebûneyên Çandî ya Amedê, ku beriya niha li cihên cuda yên di asta 1. de Herêmên Sît'ê yên Arekolojîk in, biryara hilweşandina qatê duyemîn ê malên gundiyan da, niha destûr daye ku li Bajarê Antîk Dakyanûsê qereqol were çêkirin. Ji bo 'kalekol' a li vir were çêkirin, erê kiriye ku ji bo dîwarê wê bi kûrahiya 60 cm. erd bê kolandin. Desteyê di 17.12.2015'an de destûra kolandinê da, lê belê ji ber şerê li navçeya Sûrê ewraqa biryarê negihaştiye Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê."
Yalçinkaya ragihand ku Desteya Parastina Hebûneyên Çandî ya Amedê, bi destûra xwe ya ji bo çêkirina qereqolê li Qadeke Sît'ê ya Arkeolojîk re li dijî destûra bingehîn û qanûnên vî welatî derketiye û got, "Halbûkî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Liceyê li dijî vê derketibûn. Li gorî mewzûatê, erka desteyê nîne ku biryareke bi vî rengî werbigire. Her wiha piştî ku derket holê, desteyê gotibû 'haya me ji înşaeteke bi vî rengî nîne'. Niha bi awayekî vekirî derket holê ku vê desteyê destûra çêkirina qereqolê daye."