Li Nisêbînê, ji maşînên zirxî gule li gel hatin reşandin
Li Nisêbînê, hêzên dewleta Tirk ji maşînên zirxî gule berdan gelê ku bendên xweparastinê zexm dikir.
Li Nisêbînê, hêzên dewleta Tirk ji maşînên zirxî gule berdan gelê ku bendên xweparastinê zexm dikir.
Li taxên Firat, Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr û Dîcle yên Nisêbînê, gelê ku bendên xweparastinê zexm dikir, rastî êrîşê hat. Ji maşînên zirxî yên bi tîpa Kobra yên li Kolana Çaxçaxê û nexweşxaneya berê bi cih bûbûn, gule li gel hatin reşandin. Bi şens tiştek bi kesî nehat.
Şêniyên taxê jî bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Nisêbînê" bersiv dan êrîşan.
Tevî êrîşên dewleta Tirk jî, xebatên zexmkirina bendên xweparastinê dewam dikin.