Êrîşên qirkirinê ajokar jî bandor kirin
Ji ber êrîşên qirkirinê li ser 10 hezeran ajokarê TIR’an li Deriyê Sînor ê Xabûrê tê sekinandin. UND bang kir ku maxdûriyeta ajokaran bi dawî bikin.
Ji ber êrîşên qirkirinê li ser 10 hezeran ajokarê TIR’an li Deriyê Sînor ê Xabûrê tê sekinandin. UND bang kir ku maxdûriyeta ajokaran bi dawî bikin.
Ji ber êrîşên qirkirinê li ser 10 hezeran ajokarê TIR’an li Deriyê Sînor ê Xabûrê tê sekinandin. UND bang kir ku maxdûriyeta ajokaran bi dawî bikin. Ajokar jî dem bi dem bi meşan êrîşan protesto dikin.
Li navçeyên Silopiya û Cizîrê yên Şirnexê ji ber êrîşên qirkirinê bi dehan kes ku di nav de pitik û kal jî hene hatin qetilkirin, aboriya herêmê jî derbe xwar. Li Deriyê Sînor ê Xabûrê li ser 10 hezaran TIR niha hatiye sekinandin. Têkîldarî TIR’ên hatine sekinandin Komaleya Nakliyevanên Navneteweyî (UND) daxuyanî da bal kişand ser maxdûriyeta ajokaran.
Ajokarên ji bajarên Kurdistanê yên di piraniyê xwe di bin êrîşên qirkirinê de ne, li Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl ê li hemberî Deriyê Sînor ê Xabûrê tên sekinandin. Gelek ajokar ji bo bigihêjin malbatên xwe û êrîşan protesto bikin meşan li dar dixin.
Rojên bihurî de hêzên asayîşê yên girêdayî PDK’ê êrîşî ajokarên hewl dan derbas bibin kirin. Di êrîşê de gelek ajokar hatibûn derbkirin û 2 ajokar jî bi êşkenceyan hatibûn binçavkirin.