KCK: Di 2016’an de wê berxwedanek fedaî ya li cîhanê nehatiye dîtin bê raberkirin

KCK: Tevgera Azadiya Kurd heta îradeya mêtîngeriya qirker bişkîne wê berxwedana xwe bi biryarî bimeşîne. Di 2016’an de wê berxwedanek fedaî ya li cîhanê nehatiye dîtin bê raberkirin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê sersala tevahî mirovahiyê, gelên Rojhilata Navîn, gelên Tirkiyeyê û gelê Kurd pîroz kir, hêvî kir sala 2016’an ji gelan re azadî, demokrasî, aştî û îstîkrarê bîne.
Di daxuyaniya KCK’ê de wiha hat gotin: “Sala 2015’an hem ji bo mirovahiyê hem jî ji bo gelên me, bû sala ku hem kêfxweşiyên mezin hem jî êşên mezin. Berxwedana Kobanê ya tevahî mirovahiyê piştgirî dayê, çeteyên faşîst ên DAIŞ’ê û di serî de Tirkiye tevahî piştgiriyên wê têk bir. Di destpêka 2015’an Kobanê, di dawiya 2015’an de jî Şengal ji dagirkirina çeteyên faşîst hat rizgarkirin. Ev çeteyên faşîst ên li serê cîhanê bûne bela, di 2015’an de li her derê ji aliyê şervanên Kurd ên leheng hatin têkbirin. DAIŞ dem bi dem li hin jiyangehên sivîl bi teqandina bombeyan sivîl qetilkiribin jî êdî ketiye pêvajoya paşveçûnê û tinebûnê.”

‘TÊKOŞÎN WÊ HÊ TÛJTIR BIBE’

KCK’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk li dijî li her qadê xurtbûna Tevgera Azadiya Kurd li hember têkoşîna azadiya gelê Kurd biryara şerekî topyekun girtiye, wiha pê de çû: “Hikûmeta AKP’ê dixwaze têkoşîna gelê Kurd û dînamîkên şoreşger demokratîk ên Tirkiyeyê bipelçiqîne û li Tirkiyeyê dîktatoriyê ava bike. Sala 2015’an sala têkoşîna di navbera yên dîktatoriyê dixwazin û yên hewl didin Tirkiyeyê demokratîk bikin re derbas bûye.  Tê xuyakirin ku wê sala 2016’an jî ev têkoşîn hê tûjtir bibe.

Di destpêka sala 2015’an de Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurd pêşenivîsa muzakereyên demokratîk  pêşkêşî raya giştî kir  û Mûtabakata Dolmabahçe da amadekirin, ev jî di gelên me de hêviyek mezin a demokrasî û azadiyê çêkir. Lê Serokkomar Tayyîp Erdogan vê mûtabaqatê tine hesiband, diyalog bi dawî kirin, li ser Rêber Apo tecrîda giran da destpêkirin û li dijî vê hêviyê şer daye destpêkirin. Tirkiye ajot nav atmosferek alozî û pevçûnî.”

BERXWEDAN WÊ DI 2016’AN DE JÎ BIDOME

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di 7’ê Hezîranê de gelên me ji nû ve ketin nav hêviyek mezin, Serokkomar Tayyîp Erdogan û AKP’e bi derbeyek siyasî ve pêvajoyek duyemîn a 12’ê Îlonê daye destpêkirin. Bi hilbijartinên 1’ê Mijdarê ve jî ev derbe meşrû kiriye û şer dijwartir kirye. Îro li Tirkiyeyê pêvajoyek 12’ê Îlonê ya duyemîn tê jiyîn. Rûnişkandina faşîzma sazî ya 12’ê îlonê temam nekirî, bi tfaqa hikûmeta AKP’ê û MHP’ê ve tê hedefkirin. Tiştê dibêjin destûra bingehîn a nû jî wê bi temamî restorekirina destûra bingehîn a 12’ê Îlonê be. Wê versiyoneke nû ya destûra bingehîn a 12’ê Îlonê çêbikin. Bi kurtahî wê destûra bingehîn a 12’ê Îlonê ambalajek nû bigire.

Li dijî derbeya 12’ê Îlonê ya duyemîn a AKP’ê gelê Kurd jî bi berxwedanên xwerêveberiyan ve bû bersiv. Pêngava herî şoreşger demokratîk a sala 2015’an jî bûye pêngava xwerêveberiyan. Ev berxwedana bi mehan e didome wê di sala 2016’an de jî bidome. Heta gelê Kurd bigihêje jiyanek azad û demokratîk wê şer li bajaran, bajarokan, deştan, çiyayan, metopolan û li her derê bidomîne. Ev berxwedan wê di sala nû de jî bê navber bidome. Eger mêtingeriya qirkerê çandî biryara şkandina îradeya azad û demokratîk a gelê Kurd girtibe, Tevgera Azadiya Kurd jî heta îradeya mêtingeriya qirker bişkîne wê berxwedana xwe bi biryarî bimeşîne. Berxwedanek fedayî ya li cîhanê nehatiye dîtin wê di sala 2016’an de bê raberkirin. Ev berxwedan wê ne tenê têkoşîna jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd be, di heman demê de wê têkoşîna jiyana azad û demokratîk a gelên Tirkiyeyê be jî. Kesên ku biryara şer li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê girtine, wê li vê biryara xwe bên poşmankirin.

PÊWÎST E GEL DI TÊKOŞÎNA AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ DE BI AWAYEK AKTÎF CIH BIGIRE

Di daxuyaniya KCK’ê de ev xusus hatin ziman:

“Tevgera Azadiya Kurd ne tenê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, li Rojava û Başûrê Kurdistanê jî wê DAIŞ û hevkarên wê têk bibe. Bi têkçûna DAIŞ’ê ve wê pêşiya demokratîkbûna Rojhilata Navîn vebe.  Ti hêz wê nikaribe têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd bisekinîne. Ev hêza şoreşa demokratîk wê wek hêza şoreşa demokratîk a Rojhilata Navîn rolê bilîze, sala 2016’an wê bibe sala şoreşên demokratîk ên Rojhilata Navîn.

Em bang li tevahî gelên xwe dikin ku di sala 2016’an de di têkoşîna azadî û demokrasiyê de bi awayek hê aktîftir cih bigirin, em bawer dikin ku wê sala 2016’an gelê Kurd û Rêber Apo bigihêjin azadiya xwe; ji nû ve ji tevahî gelên xwe re, ji gelên Tirkiyeyê re û mirovahiyê re em hêvî dikin ku sala 2016’an demokrasî, azadî û aştiyê bîne.”