Polîsên Tirk li Silopiyayê ciwanek revand û înfaz kir
Polîs û tîmên taybet ên nikarin berxwedana xwerêveberiyê têk bibin, vê carê înfazan dikin. Ciwanê 18 salî Necatî Oden ê dema ji mala xwe çû mala cîranan, ji aliyê polîsên Tirk ve hat revandin.
Polîs û tîmên taybet ên nikarin berxwedana xwerêveberiyê têk bibin, vê carê înfazan dikin. Ciwanê 18 salî Necatî Oden ê dema ji mala xwe çû mala cîranan, ji aliyê polîsên Tirk ve hat revandin.
Polîs û tîmên taybet ên nikarin berxwedana xwerêveberiyê têk bibin, vê carê înfazan dikin. Ciwanê 18 salî Necatî Oden ê dema ji mala xwe çû mala cîranan, ji aliyê polîsên Tirk ve hat revandin û di bin çavan de hat înfazkirin. Piştî polîsekî di tevna civakî de wêneyê wî parve kir, rastî derket holê.
Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê gel li dijî terora dewleta Tirk ev 18 roj in berxwedana xwerêveberiyê pêş dixe.
Hêzên dewletê ku 18 roj in nikarin berxwedana xwerêveberiyê bişkînin vê carê ciwanên Kurd direvîne û înfaz dike. Li navçeya Silopiyayê 18 roj in êrîşên hêzên dewletê berdewam dikin. Polîsan li taxa Nûhê ciwanê 18 salî Necatî Oden, dema ji mala xwe diçû mala cîranên xwe ji aliyê polîsên taybet ve hat revandin û 3 roj in agahî jê nayê girtin. Piştî polisan di Twitterê de wêneyê Oden yê hat înfazkirin bi navê “@galip0617” belav kir û li bin wêne nivisa "Li Silopiyayê leş heye, destên lê dane dert nebînin. Agirê we zêde be, xayîn" nivîsand, derket holê ku Oden ji aliyê polîsan ve hatiye qetilkirin. Cenazeyê Oden, bêyî malbatê rakirin Morga Dewletê ya Şirnexê. Polîsan di 2 rojan de 2 kes înfaz kirin.
Polisan bi hesabê “@galip0617” duh jî wêneyê bavê 4 zarokan ê 55 salî Îsmaîl Yevşan piştî înfazkirin di tora civakî de belav kiribûn.