MÛB êrîşên li Qamişloyê şermezar kir

MÛB:“Hêzên herêmî û navneteweyî yên li pey DAIŞ û rêxistinên cîhadperest, bi awayekî aşkera avakirina projeya jiyana hevpar a gelê me û gelên bindest bi awayekî dijminane kirine hedef.”

MÛB’ê têkîldarî êrîşên li Qamişlo daxuyanî da, wiha got: “Hêzên herêmî û navneteweyî yên li pey DAIŞ û rêxistinên cîhadperest, bi awayekî aşkera avakirina projeya jiyana hevpar a gelê me û gelên bindest bi awayekî dijminane kirine hedef.”

Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MÛB) daxuyaniyek nivîskî weşand, êrîşên li Qamişloyê şermezar kir.
MÛB’ê diyar kir ku bi van êrîşanên di cejna jidayikbûna Mesîh û arîfeya sala nû de pêk hatine, nirxên bawerî, moral ên Xrîstiyaniyê û têkoşîna avakirina jiyana hevpar a li tevahî Sûriyeyê hatiye hedefgirtin.
MÛB’ê destnîşan kir ku êrîşên di demên dawî yên Til Temir û Qamişlo, hewldanên astengkirina serketinên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên di qadên siyasî û leşkerî de ne.

MÛB’ê wiha got: “Hêzên herêmî û navneteweyî yên li pey DAIŞ û rêxistinên cîhadperest, bi awayekî aşkera avakirina projeya jiyana hevpar a gelê me û gelên bindest bi awayekî dijminane kirine hedef.”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Divê tevahî gelê me li dijî êrîşên DAIŞ, hevkarên wan û hovîtiyên wan her tim moralê xwe bilind bikin, bi berxwedan û têkoşîneke mezin ve deynin holê ku ne bê çare ne û ne bê çareserî ne” û wiha hat bibîrxistin: “Tiştê ku gelê me biqedîne, bê welatî ye, bê rêxistinî ye û bê hêvîtî ye.” 
 
Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn qetlîama Qamişlo bi tundî şermezar kir û nelet kir. Diyar kir ku wê ev li cem êrîşkaran nemîne û berdêla wê bi awayekî giran bê pirsîn. MÛB’ê ji bo malbatên kesên di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane sersaxî xwest, ji birîndaran re jî şîfa xwest. 

Bang li gel kir ku xwedî li şehîdan derkevin, li welat bimînin û li dijî çeteyan li ber xwe bidin, bang li ciwanan jî kir ku tevlî nava refên MFS û Sûtoro bibin.

MÛB’ê wiha bi dawî kir: “Em bang li tevahî sazî û dezgehên xwe yên di welat û yên derveyî welat dikin ku di her platformê de bi bîranîna şehîdên me bertekên xwe nîşanî raya giştî ya cîhanê bidin. Em ji hêzên navneteweyî jî daxwaz dikin ku piştgiriyê bidin gelê me û li hember qetlîaman xwedî helwest bin.”