YPS-Şirnex hat avakirin
Li dijî êrîşên li hember îradeya xwerêveberiya gel, li Şirnexê jî YPS’ê damezirandina xwe îlan kir, da xuyakirin ku wê li dijî êrîşan têkoşînê bilindtir bike.
Li dijî êrîşên li hember îradeya xwerêveberiya gel, li Şirnexê jî YPS’ê damezirandina xwe îlan kir, da xuyakirin ku wê li dijî êrîşan têkoşînê bilindtir bike.
Li dijî êrîşên li hember îradeya xwerêveberiya gel, li Şirnexê jî Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) damezirandina xwe îlan kir, da xuyakirin ku wê li dijî êrîşan têkoşînê bilindtir bike. Di daxuyaniyê de banga yekîtiya têkoşînê li gelên Tirkiyeyê jî hat kirin.
Li Şirnexê ya ku li dijî dorpêç û êrîşên terora dewleta Tirk ên li hember navçeyên îradeya xwe ya xwerêveberiyê danîne holê, YPS’ê damezirandina xwe îlan kir. Di daxuyaniya di merasîma ku gelek endamên YPS’ê tevlîbûn de hat bibîrxistin ku bi salan e li dijî pêkanînên dewletê yên qirker û asîmîlasyonîst têkoşîn dimeşe, wiha domand: “Di serî de gelê Kurdistanê, tevahî Bakurê Kurdistanê berxwedanek bi heybet ji bo jiyanek bi rûmet raber kiriye û îro jî bi hê mezinkirina berxwedana xwe ve li tevahî çiya, dest, bajar û gundên Bakurê Kurdistanê belav kiriye.”
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ji bo gelê Kurd karibe çand, nasname û zimanê xwe biparêze û di pêşerojê de zindî bihêle ji hevîna 2015’an ve xwerêveberî li Bakurê Kurdistanê îlan kirine, wiha dewam kir: “Dewleta Tirk a dagirker, bi artêş û hikûmeta xwe ve îradeya gelê me ya xwebirêvebirinê hezm nekiriye, Kurdistan bajar bi bajar, navçe bi navçe dorpêç kiriye; bêyî bibêje sivîl, zarok, kal, jin, mêr, her kesî di qetlîaman re derbas kiriye.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku xwerêveberî ne tenê ji bo gelê Kurd pêwîst e, wiha pê de çû: “Li hember vê qetlîam û qirkirinê bêdengbûna gelên Tirkiye û raya giştî ya cîhanê tê wê wateyê ku hevkarên qetlîamê ne. Ji ber vê jî divê tevahî gelên Tirkiye yên hestiyar li cem gelê Kurd û gelên li herêmê piştgiriyê bidin vê berxwedana mafdar û bikevin nav tevgerê. Ev têkoşînê gelê Kurd tenê ji bo xwe nameşîne. Têkoşîna azadiya tevahî gelên li Tirkiyeyê ye. Ji ber vê jî ne li cem vê têkoşînê, di nav vê têkoşînê de cihê xwe bigirin.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji 14’ê Kanûnê 2015’an ve li Kurdistanê ‘starta qirkirinek fizîkî û qetlîamek vekirî hatiye dayîn”, hat bibîrxistin ku xweparastina gelê Kurd li dijî vê mafekî mafdar e. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Pir aşkera ye; li dijî vê operayona qirkirinê, mafê parastinê ya bi berxwedana gel mafê herî rewa ye. Her çiqasî heta vê pêvajoyê têkoşîna rêxistinî ya ciwanên Kurdistanê di bin navê YDG-H meşiya be jî, pêwîstî heye ku ev eniya berxwedanê ya ciwanan ava kiriye gaveke din mezin bibe.”
Di daxuyaniya YPS-Şirnexê de hat ragihandin kul i dijî polîtîkayên qirkirinê, gelê Botanê bi jin-mêr, ciwan-kal ve berxwedanek topyekun raber kiriye, wiha bi dawî kir: “Li dijî her qirkirinên fîzîkî, siyasî, çandî, parastina gelên Kurdistanê wezîfeya herî bingehîn û dîrokî ye. Li ser vî esasî em wek gelê Kurdistanê yê welatparêz, li dijî hewldanên qirkirinê yên li dijî mafê mey ê jiyanê yê mafê mey ê herî rewa, em diyar dikin ku em ê di bin navê Yekîneyên Parastina Sivîlan a Şirnexê têkoşîna xwe hê mezintir bikin. Em wek YPS-Şirnex a hêza xweparastina tevahî gelê mey ê li Herêmên Xweseriya Demokratîk ên Botanê li ber xwe didin û hewl didin hebûna xwe biparêzin, ji bo parastina çanda me û bi temamî hebûna me, em soz didin tevahî gelê Kurdistan û Botanê ku em ê têkoşînê û berxwedanê heta dawî û hê xurttir bi rê ve bibin.”
Merasîm bi dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Azadiya Kurd û Kurdistanê", "Bijî Xweseriya Demokratîk" û "Bijî YPS" ve bi dawî bû.