KCK: Mayîna li cihê xwe berxwedana herî mezin e
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir, ku dewleta Tirk dixwaze Kurdistanê ji mirovan xalî bike û bang li gelê li qadên berxwedanê ye kir, ku cih û warên xwe neterikîne.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir, ku dewleta Tirk dixwaze Kurdistanê ji mirovan xalî bike û bang li gelê li qadên berxwedanê ye kir, ku cih û warên xwe neterikîne.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Gelê me yê li qadên berxwedanê, ji bilî nexweşên nikarin li qada berxwedanê bimînin, divê ti kes kolan, tax û bajarê xwe neterikîne." KCK'ê destnîşan kir ku ev yek berxwedana herî mezin e û ragihand, ku gelê Kurd wê piştgiriya hev a herî mezin nîşan bide û armancên zaliman pûç bike. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Gelê me yê li ber xwe dide divê bi vê yekê zanibe; Heta ku berxwedan bidome wê ev êrîş werin şikandin. Ya ku bi ser bikeve û gelê me bi ser bixîne, wê berxwedana gel be. Pêwîste gelê me zanibe, ku ew ji bo hemû gelên Kurdistan û Tirkiyeyê li ber xwe dide û bêyî guh bide gotgotên şerê psîkolojîk, vê berxwedana xwe ya bi heybet û pîroz bidomîne."
DEREWA HERÎ MEZIN A DEWLETA TIRK GOTINA 'EM SIVÎLAN NAKUJIN' E
Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî ye:
"Dewleta Tirk bi awayekî dîn û har êrîşî qadên xwerêveberiyê yên gelê me dike. Bi tank û topan bombeyan li bajaran dibarîne, her roj herî zêde jin, zarok û extiyaran qetil dike. Tevî ku bombeyan li seranserî bajar û taxan dibarîne û sivîlan qetil dike, bi gotina 'em qet sivîlan nakujin, em bi baldarî tevdigerin ji bo sivîl neyên kuştin' derewa herî mezin dike. Divê raya giştî ya cîhanê û Tirkiyeyê bi vê zanibe; di serî de pitika Mîray û kalê wê Ramazan, hemû sivîl ji aliyê polîs û artêşa Tirk ve hatin qetilkirin.
Heta niha li bajaran û taxan di navbera polîs-leşker û berxwedêran de şerekî ji navbereke nêz neqewimiye. Hînê şerekî bi tivingên peyadar diqewime nîne. Dewleta Tirk bi tenê ji dûr ve bi tank û topan êrîşî bajaran û taxan dike. Bi taybetî rewşa li Cizîr, Silopiya û Nisêbînê bi temamî ev e. Ji dûr ve bi tank û topan bombeyan li taxan dibarîne û sivîlan qetil dike. Her wiha li cihên herî bliind ên bajaran polîs û leşkerên sekvan bi cih dike û ev sekvan guleyan ber didin her tiştên dilivin. Bi rêbazeke bi vî rengî ya kirêt êrîşî taxan dike û her zindiyên dibîne qetil dike. Lewma gotina 'em sivîlan nakujin, me qet sivîl nekuştine' ya Ahmet Davûtoglû rayedarên hikûmetê, yek ji derewên herî mezin ên cîhanê ye. Bi vê yekê re dixwaze rastiyan berevajî nîşan bide û pêşî li nerazîbûnên raya giştî ya Tirkiye û cîhanê bigire.
DEWLETA TIRK JI ALIYÊ HILWEŞANDINÊ VE NE KÊMÎ DAIŞ'Ê YE
Lê belê rastî ewçend li pêş çavan e, ku bi derewan ser wan nayê nixumandin. Roj bi heriyê nayê sewaxkirin. Rastiya kuştina sivîlan bi derewan nayê veşartin. Hemû Kurdên li Cizîr, Nisêbîn, Silopiya, Kerboran û Sûrê dijîn bi vê rastiyê dizanin.
Her ku dewleta Tirk nikare berxwedana gelê Kurd bişikîne, serî li rêbazên qirêjtir dide. Ji bilî DAIŞ a ku xwedî heman mejî ye, ti hêzeke din bajar bi vî rengî hilneweşandiye. Polîtîkaya xwe ya sedan salî ya xalîkirina Kurdistanê ji mirovan, niha dixwaze ji herêmên berxwedana xwerêveberiyê destpê bike û li tevahiya Kurdistanê bimeşîne. Bi sîmîlasyona xwe ya têkbirinê re, ku di Îlona 2014'an de hat weşandin, ev hesab û planên xwe bi awayekî vekirî raxistibûn pêş çavan. Xuya ye qirkirina di sala 1938'an de li Dêrsimê pêk anîn, dixwazin bixin meriyetê.
BI PÊKANÎNA SÛCÊ ŞER RE DIXWAZIN GEL KOÇBER BIKIN
Dewleta Tirk biryara xwe ya şer di havîna 2014'an de girt, amadekarî û plansaziya wê di civîna MGK a 30'ê Cotmeha 2014'an de zelal kir û bi redkirina Mutabakata Dolmabahçeyê û şidandina tecrîda li ser Rêber Apo re gav bi gav xist meriyetê. Niha jî di çarçoveya biryara xwe ya şer û armancên xwe de, êrîşan bi şêweyê herî giran dimeşînin.
Di rewşa heyî de ji aliyekî ve bi tank û topan êrîş tên kirin, ji aliylê din ve jî bi zêdekirina şerê psîkolojîk ê bi rêya navgînên çapemeniyê yên di destê hikûmetê de ne, zorê didin gelê Kurd ku ji qadên berxwedanê koç bike. Ji ber vê yekê êrîşî seranserî taxan dikin. Bi gef û şantaja 'em ê we hemûyan bikujin' re hewl didin şerê psîkolojîk mezin bikin û gel bidin koçkirin. Ji bo vê armanca xwe jî şerekî kirêt ê li dijî mirovahiyê dimeşînin. Bi pêkanîna sûcê şer re dixwazin gel koçber bikin.
DIVÊ HER KES RABE SER PIYAN, HETA ÊRÎŞ NEYÊN ŞIKANDIN KES LI MALA VENEGERE
Girîng e gelê Kurdistanê hemû vê rastiyê bibîne û li her derê rabe ser piyan. Li dijî bomberdûmanên leşker û polîsên Tirk ku her roj jin, zarok, extiyar tên qetilkirin û zexta koçberiyê li ser gelê me tê kirin, divê her kes li her derê bikeve nava tevgerê. Bi nêzîkatiya 'heta ku ev dorpêçî were şikandin, rûniştina li malê, xwarin û vexwarin li me heram e' pêwîste li her derê berxwedan were xurtkirin. Ne bi hezaran, divê bi deh hezaran, bi sed hezaran rabin ser piyan. Kêr êdî gihaştiye hestî. Celadê mêtînger ê qikirina çandî dixwaze serê gelê Kurd jê bike. Li hemberî vê yekê êdî bêdengî, rûniştina li malê nabe. Bi seferberiya xwedîderketina li berxwedanê re divê êrîşên dewleta Tirk werin şikandin. Heta ku ev êrîş neyên şikandin divê ti kes li mala xwe venegere.
BERXWEDAN WÊ GELÊ ME BI SER BIXÎNE
Gelê me yê li qadên berxwedanê jî, ji bilî nexweşên nikarin li qada berxwedanê bimînin, divê bi ti awayî kolan, tax û bajarê xwe neterikîne. Pêwîste were zanîn ku mayîna li cihê xwe berxwedana herî mezin e û serketina berxwedanê jî bi vê ve girêdayî ye. Hewce ye gelê me, piştevaniya herî mezin a dîrokê nîşan bide, bi vê civakîbûnê re li ber xwe bide û armancên zaliman pûç bike. Gelê me yê li ber xwe dide divê bi vê yekê zanibe; Heta ku berxwedan bidome wê ev êrîş werin şikandin. Ya ku bi ser bikeve û gelê me bi ser bixîne, wê berxwedana gel be. Pêwîste gelê me zanibe, ku ew ji bo hemû gelên Kurdistan û Tirkiyeyê li ber xwe dide û bêyî guh bide gotgotên şerê psîkolojîk, vê berxwedana xwe ya bi heybet û pîroz bidomîne
Pêwîste gelên Tirkiyeyê û hemû hêzêan demokrasiyê jî bibînin ku ev berxwedan di heman demê de berxwedana demokratîkkirina Tirkiyeyê ye û li her derê bi gelê Kurd re li ber xwe bidin. Divê gelên me, bêyî ku bi saetekê jî dereng bimînin rabin ser piyan, êrîşan bişikînin, li dora hêzên berxwedêr xeleke têkoşînê ya ku pêşî li jiyaneke azad a hemû gelan û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê veke, biafirînin. Bi desteka ji bo berxwedanên xwerêveberiyê re wê her cûre paşverûtiya li Tirkiyeyê hilweşe, li ser bingeha biratiya gelên Tirkiyeyê wê yekîtiya demokratîk biafire."