Rêveberê Şaxa SES'ê yê Şirnexê Selahattin Barinç, ji ber qetilkirina kedkarê tenduristiyê Abdulaziz Yural şermezar kiribû hat binçavkirin. Barinç bi îdîaya "Pesnê sûc û sûcdar daye" îfade da û serbest hat berdan.
Rêveberê Şaxa SES'ê yê Şirnexê Selahattin Barinç, serê sibehê hat binçavkirin û sewqî dozgeriyê hat kirin. Dozgeriyê bi sûcdariya di daxuyaniya ji bo xebatkarê tenduristiyê Abdulaziz Yural ê bi guleya timên taybet ên Tirk hat qetilkirin de "Pesnê sûc û sûcdar daye" Barinç, sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî piştî bi îdîaya "Pesnê sûc û sûcdar daye" îfade girt, bi şertê venêrtina serbest, Barinç serbest berdan.