Koçberê Rojavayî li Aşkale di bin çavan de hat qetilkirin

Koçberê Rojavayî Dîlo Dervîş, li Navenda Paşde Vegerîna Aşkaleyê hat kuştin.

Koçberê Rojavayî Dîlo Dervîş, li Navenda Paşde Vegerîna Aşkaleyê hat kuştin. Parêzer Tûgay Bek got: “ Dîlo Dervîş, di mercên şer de jî nayê pejirandin bi awayek bê çek, bê parastin di bin çavdêriya dewleta Tirk de ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin.”

Jiyana Dîlo Dervîş (20) ê Rojavayî, li Navenda Paşde Vegerîna Aşkaleyê bi dawî bû. Berpirsên Navendê li malbata Dervîş geriyan gotin, Dervîş mirî ye, lê têkildarî detayan agahî nehatin dayîn. Parêzer Tûgay Bek diyar kir ku bi sedema “ Îsyan derket” di serdegirtina Navenda Paşde Vergerandinê de Dervîş hatiye qetilkirin.

Devrîş bi sedema çalakiya ya civakî ya di 19’ê Tebaxa 2015’ an a li Edeneyê hat girtin. Di 17’ê Mijdara 2015’an de di rûniştina yekem de serbest hat berdan. Lê serbest nehat berdan.

Parêzer Bek diyar kir ku ti agahiyên zelal ne ji wan re û ne jî ji malbatê re hatiye ragihandin û got: “Herî dawî ti astengî nehatin diyarkirin, gotin piştî çend belge werin wê bê berdan. Heta bi sedema li navendê îsyan derketiye, piştî çûyina polîsan a herêmê, di hevdîtinê me pêk anî de heman agahî dan me. Lê, îro berpirsên navendê li xizmên wan ên Edeneyê geriyane û agahiya Dîlo Dervîş mirî ye dane.” 

Cenazeyê Dîlo Dervîş li Saziya Tipa Edlî ya Erziromê tê ragirtin.

Parêzer Bek ragihand ku ji bo Dervîş ji mafê hiqûqî û piştgiriya malbatê bê par bimîne ji Edeneyê şandine Erziromê û wiha anî ziman: “Dîlo Dervîş, di mercên şer de jî nayê pejirandin bi awayek bê çek, bê parastî di bin çavdêriya dewleta Tirk de ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin.”

Li Navenda Paşde Vegerandinê ya Aşkale bi sedema koçberan îsyan derxistine, gelek polîs ketine navendê, di 29’ê Kanûnê de cih di çapemeniyê de girtibû.