TUHAD-FED: Em xwedî li deklarasyona xwerêveberiyê derdikevin

Federasyona Komeleyên Piştgiriya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAD-FED) bi daxuayniyekê ragihand ku ew xwedî li "deklarasyona xwerêveberiyê" ya ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ve hatiye weşandin derdikevin.

Federasyona Komeleyên Piştgiriya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAD-FED) bi daxuayniyekê ragihand ku ew xwedî li "deklarasyona xwerêveberiyê" ya ji aliyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ve hatiye weşandin derdikevin.

TUHAD-FED'ê li ser terora dewletê ya li Kurdistanê, li avahiya federasyonê civîneke çapemeniyê pêk anî. Rêveberiya federasyonê Dîlek Ozer li civînê axivî û diyar kir ku hem Kurdistan hem jî Tirkiye û Rojhilata Navîn di pêvajoyeke dîrokî û girîng re derbas dibe. Ozer da xuyakirin ku bi komkujiyanr e hewl tê dayîn vîna gelê Kurd bê şikandin û destnîşan kir, ku yên van pêkanînan dikin, wê li pêşberî dîrok û mirovahiyê werin darizandin.

Ozer anî ziman ku ji ber êrîşên dewleta Tirk ên bi tank, top û bi hezaran leşker û polîsan, gelê Kurd nikare cenazeyên xwe jî rake û got, "Gelê Kurd hem li cihên xwerêveberiyê hem jî li her qadê berxwedanê mezintir dike. Ev berxwedana mafdar û rewa wê ji sedî ser bi ser bikeve."

Ozer da zanîn pirsgirêk ne pirsgirêka xendek û bendan e, pirsgirêk a demokrasiyê ye û got, "Heta ku sîstemeke civakî û siyasî ya xwe dispêre xweseriya demokratîk neyê avakirin, nepêkane ku Tirkiye demokratîk bibe."

Ozer ragihand ku ew "deklarasyona xwerêveberiyê" ya KCD'ê girîng dibînin, divê tavilê ev deklarasyon bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re were nirxandin û destnîşan kir, ku ew xwedî li berxwedana rewa û mafdar a gelê Kurd derdikeve.