Xizmên windayan: Ronahî nêzîk e; wê zalim têk biçin!

Komeleya Mafên Mirovan û xizmên windayan di çalakiyên li Amed û Êlihê de kom bûn û diyar kirin ku li hemberî hemû zilm û zorê jî ronahî nêzîk e.

Komeleya Mafên Mirovan û xizmên windayan di çalakiyên li Amed û Êlihê de kom bûn û diyar kirin ku li hemberî hemû zilm û zorê jî ronahî nêzîk e.

ÊLIH

Şaxa Êlihê ya Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan çalakiya xwe ya "Winda bên dîtin, kujer bên darizandin" di hefteya 360'an de li ber Bîrdarêya Mafê Mirovan a li ser rêya Gûlîstanê pêk anîn. Di çalakiyê de pankarta mezin ya wêneyên windayan li ser hat vekirin û wêneyên windayan û wêneyên Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hat hilgirtin. 

Rêveberê Şaxa ÎHD'ê Prz. Devran Yildiz di çalakiyê de axivî û balkîşand li ser şerê ku ji aliyê hikumeta AKP'ê ve li ser Kurdistanê tê meşandin. Yildiz komkujiyên Gurgum, Roboskî, Pirsûs û Enqerê bi bîrxist û wiha pê de çû: "Kesên ku me hêlana tariyê de ji me re wekî qederê dibîne û zilm û zordarî li ser me dimeşîne bila bizanin ku ronahî nêz e, zilmkar her tim winda kirine. Divê dewlet terora li ser Sur, Cizîr û Sîlopya dawî bike. Her çiqas zilm û zordarêya zilmkaran giran jî be, em ê her hefte di qadan de bibin dengê Uguran, Ceylanan, Cemîleyan û Tahîr Elçiyan."

Daxuyaniyê bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 

AMED

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan bi daxwaza "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" cara 360'emîn li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê kom bûn. Rêveberên ÎHD'ê yên Amedê, Dayikên Aştiyê, xizmên windayan tevli çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Ramazan Şat yê ku li Rihayê li ber postaxaneyê di sala 1992'yan de hate qetilkirin hate pirsîn û daxwaza darizandina kiryaran hate kirin. 

Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD'ê û Serokê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî di çalakiyê de axivî û diyar kir ku qatlîam bi agahiya dewletê tên kirin û heta ku kiryar bên darizandin têkoşîna xwe bidomînin.