Li Silopiyayê êrîşên artêşa Tirk zêde bûn

Li Silopiyayê terora dewleta Tirk di roja 20. de didome, êrîşên li dijî taxên berxwedêr zêde bûn.

Li Silopiyayê terora dewleta Tirk di roja 20. de didome, êrîşên li dijî taxên berxwedêr zêde bûn. Ji ber dewleta Tirk nikare berxwedana gel bişkîne ji bo koçkirina gel ji tankan bi topbaranê û rokatan ve êrîşî malan dike, di gelek malan de texrîbat ava kirin, berxwedana li dijî vê jî didome. 

Li Silopiyayê berxwedana xwerêveberiya gel didome, hêzên dewleta Tirk nikare berxwedanê bişkîne êrîşên xwe yên ji bo koçberkirina gel ên bi tank û çekên giran zêde kir. Êrîşên li dijî taxên Başak û Barbaros ji duh êvarî ve didome, li taxan di gelek malan de texrîbat çêbû. Her wiha hate diyarkirin ku tîmên taybet ên Tirk li her du taxan jî bi zorê dikevin malan û bi derbkirinê ve şêniyan ji malên wan derdixin. Di nav agahiyên gihiştin de polîs ji bo karibin wek çeperan bikar bînin malên bi sedan kesî bi zorê vala kirine, şênî ji malan derxistine.

Gelê li Taxa Başakê ya ku hêzên dewleta Tirk êrîş xwe dijwar kirine, ji bo karibin ewlehiya zarok û kalan pêk bînin, zarok û kal birine qadên ewle, vegeriyane taxên xwe û berxwedanê didomînin. Li dijî taxa bomberdûmana dijwar hê jî dewam dike.