Malbatên Oner û Sevîktek ên hatin qetilkirin ketin greva birçibûnê
Malbatên Îsa Oren û Mesût Sevîktek ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin û ev 11 roj in cenazeyên wan radestî malbatên wan nehatin kirin, ketin greva birçîbûnê.
Malbatên Îsa Oren û Mesût Sevîktek ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin û ev 11 roj in cenazeyên wan radestî malbatên wan nehatin kirin, ketin greva birçîbûnê.
Malbatên Îsa Oren û Mesût Sevîktekîn ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe piştî hevdîtinên li gel dozger û walîtiyê ti encam negirtin îro li pêşiya Komeleya Mafê Mirovan a Amedê dest bi greva birçîbûnê kirin.
Sedema gireva biçîbûnê Bavê Îsa, Mehmet Oren wiha diyar kir: “ Rexmê hevdîtinên me yê li gel Walîtiyê Amedê, dozgerê Emniyetê û gelek saziyên cuda cuda ti encam negirt. Hevdîtinên me li gel dozger kirin wiha ji me re got; ‘Herin xendekan û bendan rakin û cenazeyên xwe bigirin.’ Ez niha pirs ji we dikim; berpirsiyarê zarokên me ên niha li pişt bendan in kî ye? Ma ne dewlet e?”
‘LI BENDÊ NE HELEBÇEYA DUYEM WERE JIYÎN’
Oner wiha got: “Dema pirsgirêk bû Kurd, her kes dibe polîs. Di demokrasiyê de dewlet neçarin li gorî daxwazên gel tevbigerin, lê dema dibe mijara Kurd, weke parçebûnê digire dest.”
Oner wiha pê de çû: “Raya giştî ya navnetewî li bendê ye ku Helebçeya duyem were jiyîn. Zarok, ciwan û jin bi çekên NATO’yê tên qetilkirin. Li ser cenazeyên şehîdên me bazirganiyê dikin, ev çiqas bi wijdaniye? Ez weke bavê Newal Mazlûm bi awayek zelal dibêjim; di vê oxirê de em ê ruhê xwe jî bidin, lê em cenazeyên zarokên xwe bernadin.”
‘EM Ê BIKEVIN ROJIYA MIRINÊ’
Bavê Mesût Sevîktek, Îhsan Sevîktek diyar kir ku di encama hevdîtinê ku pêkanîn de cenazeyên zarokên wan li Mizgefta Kûrşûnlûyê tê ragirtin û wiha got: “Çima li Mizgefta Kûrşûnlûyê tê ragirtin, ev Mizgeft di destê kê de ye, kî ne li wir diçin û tên, ew dever ma ne di destê tîmên taybet ên Tirkan de ye? Me dest bi grêva biçîbûnê kir. Eger cenazeyên zarokên me nedin, em ê bikevin rojiya mirinê.”
AYDOGAN: DI TI BAWERIYAN DE ÊŞKENCEYAN LI CENAZEYAN NAYÊ PEJIRANDIN
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Nûrsel Aydogan jî wiha got: “ Weke HDP’e hemû hevdîtinên me pêkanîn ti encam negirtin. Ji ber wê, malbatên me dest bi greva birçîbûnê kirin. Heta dawî em piştgiriyê didin vê girevê. Li ti herêmên cîhanê û di ti baweriyan de êşkenceya li ser cenazeyan nayê pejirandin. Hikûmeta AKP’ê ya ku xwe weke Misilman dide diyarkirin, rexmê mercên dayina cenazeyan heye jî cenaze nayên dayîn. Rojekê navber were dayîn, bila cenaze û birîndar werin derxistin.”