YPJ’ê nasnameya şervaneke xwe ya jiyana xwe ji dest da aşkera kir.

Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya şervaneke YPJ’ê ya ku di 28’ê Kanûnê de li Til Berekê jiyana xwe ji dest da ye, aşkera kir.

Navenda Çapemeniya YPG’ê nasname bi daxuyaniyekê ragihand.

Daxuyanî wiha ye: “Bi berxwedana Arînan û Destînayan ve em gihiştin vê asta ku îro em tê de ne. Gelek şopdarên rêya wan çêbûn û bi fedabûn û lehengiya wan destan hatin nivîsanidin. Yek ji wan şervanan Jînda Dijwar e, ku bi wî ruh û bêyî dudilî dijî û di nava refên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de li dijî dijminê mirovahiyê şer kir û tevlî karwanê pakrewanan bû.

Em  weke Yekîneyên Parastina Jin û Yekîneyên Parastina Gel soza şopdariya rêya şehîdan nû dikin û sersaxiyê ji malbata şehîd Jînda û hemû malbatên şehîdan re dixwazin.”

Agahiyên nasnameya şervana YPJ’ê wiha ye:

Nasnav: Jînda Dijwar

Nav û Paşnav: Çîgdem Altêş

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Yûsûf

Cihê Jidayikbûnê: Nisêbîn / Girêmira

Cih û Dîroka Şehadetê: 28’ê Kanûna 2015’an/ Til Berak