Li Cizîrê polîsên Tirk 2 welatî bi giranî birîndar kir

Li Cizîrê ya ku terora dewleta Tirk li dijî gel didome, tîmên taybet 2 kes birîndar kirin.

Nihat Aşan ê li pêşiya mala xwe hat gulebarankirin û Huseyîn Nayci yê zarokên li kolanan mane digirt mînîbusa xwe di rewşek giran birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Li Cizîrê ku terora dewleta Tirk dikeve roja 20’emîn, 2 welatî di êrîşên tîmên taybet de bi giranî birîndar bûn. Huseyîn Nayci yê li Taxa Konakê zarokên li kolanan mane digirt mînîbusa xwe, dema di pêşiya avahiya emniyetê re derbas dibû di encama gulebaranê de ji serê xwe bi giranî birîndar bû, li Taxa Dîcle jî welatiyê bi navê Nîhat Aşan li pêşiya mala xwe ji ber gulebarana tîmên taybet birîndar bû. Hate ragihandin ku her du birîndar jî rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û rewşa wan a tenduristiyê cîdî ye.