Hêzên dewleta Tirk li Silopiyayê malên gel didize!

Li Silopiyayê hêzên dewleta Tirk malên gel ê ku rastî terora wan tê didizin.

Li Silopiyayê ku êrîşên qirkirinê û terora dewletê ev 20 roj in didome, leşker û polîs nikarin berxwedana xwerêveberiyan bişkîne vê carê êrîşên li dijî gel bi şêwazên cuda pêk tîne. 25’ê Kanûnê jî tîmên taybet ketibûn mala Selahattîn Konur a li Cadeya 63. a Taxa Yenîşehîrê, dest danîbûn ser zêrên bihaya wan 12-13 hezar TL, vê carê jî li Taxa Yeşîltepe dest bi talanê kirin. Esnaf Haci Îbrahîm Kayek got polîs û leşkerên dîwar kun kirine, ketine kargeha wî û dikana cîranê wî, malzemeyên di kargehê de talan kirine.

‘TAKTÎKA DAIŞ’Ê YE Û REWŞA DAGIRKIRIN-QIRKIRINÊ HEYE’

Kayek diyar kir ku polîs û leşkeran kargeha wî talan kirine, wiha vegot: “Niha li Silopiyayê polîs û leşker li tevahî kargeh û malan diziyê dikin. Di dikana min de compîter, televîzyon û ji dikana cîranê min jî tevahî eşya dizîne. Tên ji bo talankirina me. Yek bi yek taktîka DAIŞ’ê ye. Polîsên ku çend roj berê dîwarê mala cîranên me kun kirin û dagirkirin, dest danîn ser pere û zêrên wan. Bi saetan êşkence li cîranên me kirin. Nikarîbûn biçin nexweşxaneyê. Ji ber ku destûr nedidan biçin. Niha nexweşxane jî kirine biryargeh.  Dema em li 112’an jî geriyan gotin em nikarin canê xwe bavêjin xeteriyê. Niha li Silopiyayê rewşek dagirkirin û qirkirinê heye. Ji bo çi ti kes dengê me nabihîze?”