Ji bo Şehîdên Eyn Îsa li Kobanê merasîma bi heybet

Welatiyên Kantona Kobanê cenzeyên 9 şervanên YPG’ê yên di 30’ê Kanûna 2015’an de di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser bajarokê Eyn Îsa jiyana xwe ji dest dan, li Goristana Şehîd Dicle ya li gundê Termîk oxir kirin.

Bi armanca oxirkirina cenazeyên 9 şervanên YPG’ê, Mihemed Mihemed Elî (Awaz Şêran),Hakan Aydin (Botan Serdar), Bedîh Îsa (Zinar Dilovan), Mezlûm Çelîk (Şervan Ferato), Izet Mihemed Osman, Şêro Mihemed (Fedayî Rojava),Canyar Demirtaş (Firar Berxwedan) û navê 2 tekoşeran nehat zanîn, bi hezaran welatiyên Kantona Kobanê li pêşiya avahiya Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn.

Girseya gel ku wêneyên tekoşeran û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kurdî hildan û dirûşmeyên ” Bijî Berxwedana YPG’ê” berz kirin, cenazeyên tekoşeran ji Saziya Malbatên şehîdan wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Dicle ya li gundê Termîn ve ketin rê.

Dema ku girse gihişt Goristanê, cenazeyên tekoşeran ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê û bi sedan welatiyên Kobanê ve bi tilîliyên dayikan û dirûşmeyên dilsoziya bi tekoşran re hatin pêşwazî kirin.

Şervanên YPG’ê cenzeyên tokşeran hildan ser milan û birin qada merasîmê ya Goristanê. Merasîma oxirkirinê bi deqeyekê rêzgirtinê û bi merasîmeke leşkerî destpê kir.

Piştre Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslîm axivî û diyar kir ku axa Rojava ya ku bi xwîna tekoşeran hatiye avdan, axeke pîroz e.Salih Muslîm got ku gelê xwedî rûmet dikare rûmeta xwe li ser vê axa pîroz biparêze.

Muslîm destnîşan kir ku dijmin li tevahî Kurdistanê êrîşî gelê Kurd dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: ” Dijmin li her çar parçeyên Kurdistanê êrîşî gelê Kurd dike.Bila dijmin bizane ku gelê Kurd ne weke berê ye.Êdî gelekî dozê qebûl dike ye û şeref, rûmet û nirxên tevahî mirovahiyê diparêze.”

Her wiha di merasîmê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Kelîme Şêxdemir û Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê Ismet Şêx Hesen axivîn.

Axaftvanan bal kişandin ser rola tekoşeran a avakirina jiyanek bi rûmet û aram û xwerêveberiya gelê Bakurê Kurdistanê û berxwedana wan li hember êrîşên dewleta Tirk silav kirin.

Piştre wesîqeya şehadetê ya tekoşeran ji aliyê endama Saziya Malbatên Şehîdan Rojîn Hac Kerho ve hat xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên hernû tekoşeran bi tilîliyên dayikan û dirûşmeyên ” Bijî Berxwedana YPG’ê” li Goristana Şehîd Dicle spartin axê.