Li Kopenhangê dewletaTirk hat protestokirin
Li paytext Kopenhag a Danîmarka bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk û silavkirina berxwedana xwrêveberiyê meşek hat lidarxistin.
Li paytext Kopenhag a Danîmarka bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk û silavkirina berxwedana xwrêveberiyê meşek hat lidarxistin.
Li paytext Kopenhag a Danîmarka bi armanca protestokirina êrîşên dewleta Tirk û silavkirina berxwedana xwrêveberiyê meşek hat lidarxistin. Meşa ji Vesterbros Torv heta Radshuspladseyê berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin.
Li Radshuspladseyê jî mîtîngek hat lidarxistin. Mîtîng bi deqeyek rêzgirtinê ve destpêkir, danezana Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Danîmarkayê hat xwendin. Piştre Parlamenterê Partiya Yekîtiya Sor-Kesk a Danîmarka yê Søren Søndergaard axivî.
Søndergaard, bêdengbûna Yekîtiya Ewropa ya li hember qetlîamên li Kurdistanê tê jiyîn û zilma li ser koçbera şermezar kir. Søndergaard anî ziman ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ji bo sîstema serokatiyê, Hîtler weke mînak nîşan da, ev jî mirov dide fikirandin.
Endama Partiya Demokarat a Sosyal a Şaredariya Kopenhangê Lars Aslan Rasmûssen jî bal kişand ser qetlîamên li Kurdistanê, hikûmeta Danîmarkayê dawetî erkê xwe pêkanînê kir. Destnîşan kir ku Erdogan sîstema Hîtler a Elmanya kiriye hedef û pirs kir ku ka çi proje di serê wî de derbas dibe.