Li Silopiyayê 6 cenaze hê li mal û mizgeftan tên ragirtin

Li Silopiyayê 17 kesên ku di nav de 3 zarok ên ji aliyê hêzên dewletaTirk ve hatin qetilkirin, cenazeyê 6 kesan ji ber êrîşan û qedexeya kolanan nehatine defnkirin, li mal û mizgeftan tên ragirtin.

Li Silopiyayê 17 kesên ku di nav de 3 zarok ên ji aliyê hêzên dewletaTirk ve hatin qetilkirin, cenazeyê 6 kesan ji ber êrîşan û qedexeya kolanan nehatine defnkirin, li mal û mizgeftan tên ragirtin. Malbat, cenazeyên xwe ji bo xera nebin bi qeşa û ava sar diparêzin.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê terora dewletê ya li hember îradeya xwerêveberiya gel di roja 20. de didome. Bi hezaran polîs û leşkerên dewleta Tirk, bi hezaran wesayîtên xwe yên zirxî û bi tank û topan nikarin bikevin taxên berxwedanê, qetilkirinên zarok û jinan didomîne. Li navçeyê 17 kes ji aliyê polîs û leşkerên Tirk ve hatin qetilkirin. Ji 17 kesan cenazeyê 6 kesan nehatine defnkirin û ji ber sedema êrîşan nebirine nexweşxaneyan, hê li mal û mizgeftan tên ragirtin. Hat diyarkirin ku cenazeyê Mehmet Mete (10), Axîn Kant(16), Reşît Eren (17), Şiyar Ozbek (25), Hasan Sanri (75) û Seyfetîn Sîdar (30) hêdî hêdî xera dibin. Ji ber avhewa ne guncaw e, cenazeyên tên ragirtin bi qeşa û ava sar tên parastin.