Komeleya Alîkariya bi Rojava ji bo qadên xwerêveberiyê kampanya alîkariyê da destpêkirin
Komeleya Alîkariya bi Rojava re, ji bo navçeyên xwerêveberiyê yên rastî êrîşên giran ên dewleta Tirk tên, kampanya alîkariyê da destpêkirin.
Komeleya Alîkariya bi Rojava re, ji bo navçeyên xwerêveberiyê yên rastî êrîşên giran ên dewleta Tirk tên, kampanya alîkariyê da destpêkirin.
Bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Rojava re, gelek rêxistinên civakî yên sivîl ji bo destekkirina navçeyên xwerêveberî lê hatine ragihandin û rastî êrîşên dewleta Tirk tên, kampanya alîkariyê dan destpêkirin. Kampanya bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat ragihandin û banga tevlîbûnê li her kesî hat kirin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku ji ber dorpêçiya li Cizîr, Silopiya, Kerboran, Nisêbîn, Dêrik, Farqîn û Sûrê, pirsgirêkên stargeh, tenduristî û xwarinê roj bi roj zêde dibin û hat destnîşankirin, ku ji ber vê yekê destpêkirina seferberiyeke alîkariyê ya lezgîn, bûye mecbûriyetek.
Di daxuyaniyê de, xwarin, kincên zivistanê, betanî, pêwîstiya zarok û pitikan û malzemeyên paqijiyê weke pêwîstiyên sereke hatin destnîşankirin û daxwaza alîkariya van hat kirin.
Her wiha ji bo mirovên bixwazin bi pereyan jî alîkariyê bikin, hesabên banka hat dayîn.
NAVNÎŞAN Û HESABÊN JI BO ALÎKARIYÊ
Rojava Yardımlaşma ve Dayanışma Derneği
Adres: Lise Caddesi Ali Emiri 4. Sokak, Kupik Apt. Kat: 2-Yenişehir-Diyarbakır
web: http://www.rojavadernegi.com email: [email protected]
tel: 0534 0122160 / 0 412 229 17 86
Ji bo alîkariya pereyan:
Halkbank Ofis / Diyarbakır Şubesi TL IBAN Hesabı: TR67 0001 2009 3250 0016 0001 42
İş Bankası Ofis / Diyarbakır Şubesi TL IBAN Hesabı: TR96 0006 4000 0018 3030 8933 06
Ziraat Bankası Ofis /D.bakır Şubesi TL IBAN Hesabı: TR73 0001 0011 5070 4108 9850 01