KCD-E ji bo Silopiyayê banga çalakiyên lezgîn kir

KCD-E banga çalakiyên bêdem ji bo Silopiyayê li Kurdên li Ewropa û dostên wan kir.

KCD-E banga çalakiyên bêdem ji bo Silopiyayê li Kurdên li Ewropa û dostên wan kir.

Hevserokatiya KCD-E daxuyaniyek nivîskî weşand, diyar kir ku di vê kêliya em ketinê de sefera qetlîam û şkandina îradeyê ya hêzên mêtingeriya Tirk a faşîst li Sûr, Cizîr, Silopiya û herêmên din ên Kurdistanê daye destpêkirin, veguheriye qetlîamek mezin.

Hevserokatiya KCD-E destnîşan kir ku îşev ji bilî bi temamî dorpêça gelê Silopiyayê, bi tank û topan bi temamî hilweşandina bajar, li gor agahiyên çavkaniyên herêmî, qirkirinek bi rêbazên DAIŞ’warî pêk tên, wiha domand: “Ji ber vê em niha bang li gelê xwe yê Kurdistanî yên li Ewropa dijîn û dostên xwe dikin ku derkevin kolanan, bê navber û bê dem tevlî berxwedanê bibin. Dem êdî dema li Rûmeta xwe xwedî derketinê ye û dem dema ketina nav berxwedanê ye.”